Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê: Li Heftenînê eskerek hat kuştin

 

BERXWEDANA GERÎLA YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI HEFTENÎNÊ ESKEREK HAT KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîla ya li dijî dagirkeriyê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.

Roja 3’ê Îlonê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de çalakiyek kirin.

Dagirkerên ku li girê Muhabere yê Xantûrê kozik çêdikirin bûn hedefa gerîla.

Di encamê de kepçeyek hat îmhakirin û eskerek hat kuştin.

Piştî vê çalakiyê artêşa dewleta Tirk a dagirker bê serûber herêm bombebaran kir.

Ji ber bombebaranê zerara maddî gihîşt sivîlên heremê…

HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de nasnameya gerîlayekî şehîd jî ragihand.

Roja 8’ê Hezîranê li qada Deşta Silopya di navbera gerîla û artêşa Tirk de şer derket.

Di şer de derbeke giran li hêzên dijmin hat xistin.

Gerîlayê bi navê Kahraman Birîndar di şer de şehîd bû.

Agahiyên derbarê nasnameya wî de wiha ne.

Îbrahîm Algim bi nasnav Kahraman Birîndar li Şirnexê ji dayik bûye û 8’ê Hezîranê li Çiyayê Cûdî şehîd bû..

ANF Images

Nasnav: Kahraman Birîndar
Nav Paşnav: Îbrahîm Algim
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Mevlude – Sebrî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8’ê Hezîrana 2020’an /Cûdî

 

 

HPG’ê di serî de malbat ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û li ser têkoşîna gerîla Kahraman ev agahî dan.

Hevrê Kahraman li Şirnexê hatiye dinê û li dijî polîtîkayên dijmin tevlî gerîla bû.

Di demeke kin de bû yek ji şervanên berbiçav û wezîfeyên xwe bi serkeftî bi cîh anî.

Bi dînamîzma xwe ya ciwan li her qada lê bi fedakarî têkoşiya.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê, balafirên şer ên artêşa dagirker 2’ê Îlonê qada Şukê ya herêma Avaşînê.

3’ê Îlonê qadên Goşîne û Kolîtê yên herêma Xakurkê.

Û heman rojê qada Saca ya herêma Zapê bombebaran kirin.

Di bomberdimanê de tiştek bi gerîla nehatiye..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv