Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Jin

Nurcan Bakir dawî li jiyana xwe anî

Nurcan Bakir a ku 28 sal e gritî bû ku piştî greva birçîbûnê ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê sirgûnî Girtîgeha Burhaniyeyê hat kirin, li dijî tundiya tê kirin çalakiya protestûyî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî.  Nurcan duh di axaftina bi telefonê bi malbata xwe re kir de gotibû ku ew ê li dijî zilmê bêdeng nemîne.
Li dijî tecrîda li ser Rêber APO; Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de greva birçîbûnê dabû destpêkirin û girtiyên siyasî jî di 1’ê Adarê de greva birçîbûnê ku dabûn destpêkirin di 26’ê Gulana 2019’an de bi dawî kiribûn.
Piştî grevên biçîbûnê girtiya siyasî Nûrcan Bakir a 47 salî ku 28 sal e girtî bû ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê sirgûnî Girtîgeha Burhaniyeya Balikesîrê kiribûn.  Nurcan a ku duh bi malbata xwe re bi telefonê hevdîtina heftane kir îro li girtîgehê mirî hat dîtin. Malbata Nurcanê ku derbarê rewşa wê de agahî dan diyar kirin ku dawî li jiyana xwe anî ye .Malbatê diyar kir ku duh di hevdtina bi telefonê de Nurcanê gotiye ku ew ê li dijî zilmê bêdeng nemîne û gotiye ku ew her roj zarokên tên qetilkirin di xewa xwe de dibîne.
Malbat ji bo ku cenazeyê Nurcanê ji girtîgehê bigire çû Balikesîrê. Hat ragihandin ku wê cenazeyê Nurcanê li gundê Kayakdere yê Mahsertêya Mêrdînê bê definkirin.
Herwiha hat ragihandin ku Nurcanê nexweş bû û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû

Ev jî hatin dîtin

11:10 Raborî 02.04.2022

Stêrk Tv

Sêrt û Mêrdine de şîddetê verva cînîyan 12.04.2021

Stêrk Tv

Senetora Fransî Lourance Cohen derbarê komkujiya Parîsê de nirxand

Stêrk Tv

Li Bakur û Tirkiyê 3 jin hatin kushtin

Stêrk Tv

Çalakiya jinan ji bo darizandina Erdogan li Parîsê hat lidarxistin

Stêrk Tv

Bi têkoşîn jinan re Arjentîn qanûna mafê kurtajê erê kir

Stêrk Tv