PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ 53 ROJ LI PEY XWE HIŞT
Girtiyên azadiyê yên PKK û PAJK’î li Zîndanên Dewleta Tirk a dagirker ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di têkoşîna xwe de bi israr û xwedî biryar in.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî û bêdem, li zêdetirî 100 zîndanî bi koma 11’an 53 roj li pey xwe hiştin.
Dîlên azadiyê dema bi malbat û parêzerên xwe re diaxivin, hevdîtinan dikin û nameyan dişînin, biryardariya xwe radigihînin.
Yek ji wan jî nivîskarê girtî Mihemed Înal ê li zîndana Kandira Tîpa F hejmar 1 e.
Mihemed Înal bi rêya malbata xwe ev peyam dan:
Eger armanca berxwedana me azadî, azadiya gel û Rêbertiyê be, divê têkoşîna me jî li gorî wê be.
Ji bo vê tişta bingehîn berxwedana gelê me yê li Bakurê Kurdistanê ye.
Bi taybetî jî divê ciwanên me xwedî li pêngavê û berxwedana me derkevin.
Eger gel bi qasî tê xwestin li azadiya xwe xwedî dernekeve, wê kampanyayên li derveyî welêt jî negihin armanca xwe ya pêwîst.
Divê em di ferqa vê yekê de bin… Heke bi bawerî û vê hizrê têkoşîna xwe bidomînin, serketin wê ya me be.