Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana girtiyên azadiyê di roja 68’an de ye 02.02.2021

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ DI ROJA 68’AN DE YE

Ji bo şikandina tecrîd û azadiya rêber APO li zindanên dewleta Tirk berxwedaneke mezin heye.

Bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ev 68 roj in di çalakiya greva birçîbûnê dorveger de ne.

Malbatên girtiyan yên ji rewş û siheta zarokên xwe bi fikar in bang dikin da ku bêdengî bê şikandin.

MALBATÊN GIRTIYAN BANG DIKIN
“EM LI PIŞT DAXWAZÊN ZAROKÊN XWE NE”

Weysî Aktaş 15’ê Adara 2015’an wekî sekreteraya sewqî gireva Îmraliyê hat kirin.

Dayik û xweşka wî, Faîke Aktaş û Sabîha Aslan der barê tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê de axivîn.

Dayik Faîke Aktaş a ku ev 6 salin kurê xwe nedîtiye vê bangê dike.

Xwişka wî Sabîha Aslan jî nerazîbûn nîşanî helwesta CPT’yê da..

Yek ji berxwedêran jî Bîrdal Abay e..

Beriya niha jî Bîrdal Abay 142 rojan di grevê de maye.

Dayika wî Binevş Abay li ser biryardariya kurê xwe axivî û got, her çi dibe bila bibe ew li pişt daxwazên zarokên xwe ne.

Dayikeke din a girtiyan Şadiye Hayme ye..

Du kurên wê Îbrahîm û Mehmet li zindanên Amed û Boluyê beşdarî pêngava ‘Dem dema azadiyê’ bûne…

Keçeke Şadiye Hayme jî di dema berxwedana Nisêbînê de şehîd bûye.

Şadiye Hayme bang li herkesî dike da ku peyama girtiyan baş fêm bikin û ji vê zilmê re bêdeng nemînin.

HDP’Ê LI RIHA Û EDENÊ LI SER TECRÎDÊ DAXUYANÎ DA:
TECRÎD, SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE, DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN ME NE

Di vê navberê de rêxistina HDP’a Edenê tevî astengiya polîsên dewleta Tirk jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanan kir û wiha hat gotin.

Girtiyên azadiyê di nava şert û mercên pir zehmet de li berxwe didin.

Beyî ku em deng bimînin banga me ew e ku herkes xwedî li berxwedana wan derkeve.

Daxuyaniyek jî li Rihayê hat dayîn.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan di çalakiyê de axivî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv