PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ 2 MEH LI PEY XWE HIŞTIN
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di têkoşîna xwe de bi israr û biryar in..
Çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanên dewleta Tirk a dagiker du meh li pey xwe hiştin.
Di vê navberê de şaxa komeleya alikariya malbatên girtiyan a Wanê TUHAY-DER’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da.
Hevserokê TUHAY-DER’ê Kînyas Başak berxwedana zîndaniyan a ji bo azadiya Rêber Apo bi bîrxist û got.
Girtiyên azadiyê ev du meh in ji bo şikandina tecrîd û azadiya birêz Ocalan di grevê de ne.
Li li hemberî vê rewşê em nihkarin bêdeng bimînin.
Di serî de rêxistinên civakî û demokratîk, divê herkes xwedî li daxwazên girtiyan derkevin.
Û demek beriya bi demekê daxwazên bi milyonan bi cih bînin.