Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanan di roja 83’yan de ye 17.02.2021

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI ZÎNDANAN DI ROJA 83’YAN DE YE

Bi daxwaza azadiya fizîkî ya rêber APO girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê 27′ Mijdarê dest bi çalakiya greva birîçîbûnê kirin.

Berxwedana wan 83 roj li pey xwe hişt.

Rejîma faşîst ji bo vê berxwedanê bişkîne zext, tehdît û îşkenceyên xwe ên li ser girtiyan zêde kirine.

Bi hinceta ketine greva birçîbûnê rayedarên zindana Alanyayê 11 roj cezayê hûcreyê da Ekrem Muhammed ûYucel Balyaci.

Li zindana Duzceyê jî gardiyanan bi ser qaxuşan de girtin û heqaret li girtiyan kirin.

Berxwedêran destnîşan kirin ku wê rejîm bi zextên xwe nikaribe berxwedana wan bişkîne û heta ew bigihîjin armanca xwe wê çalakiya xwe dewam bikin.

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
TEVÎ FAŞÎZMA POLÎSAN DENGÊ GEL LI AMEDÊ BILIND BÛ

Li derve jî dengê gel li dijî tecrîd û faşîzmê bilind dibe.

Li Amedê du çalakî hatin li darxistin.

Endamên meclîsa jinan ên HDP û TJA’yê xwestin li meydana Daxkapiyê çalakiyekê li darbixin.

Lê polîsên rêjîma faşîst dor li qadê girtin û çalakî astengkirin.

Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER’ jî, ji bo balê bikşîne ser çalakiyên greva birçîbûnê xwest daxuyaniyekê bide.

Polîsên dewleta Tirk li parka Koşûyolê pêşî li girseyê girtin û destûr nedan.

Welatiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û diyar kirin ku ew ê li hemberî vê faşîzmê têkoşîna xwe mezin bikin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ÎZMÎR Û ŞIRNEXÊ LI SER TECRÎDKIRINA RÊBER APO PANELEK HAT ORGANÎZEKIRIN

Li navçeya Şirnexê Cizîrê jî bi pêşengiya TJA’yê panelek hat organîzekirin.

Parlementer Nûran Îmîr di panelê de axivî û got, bi têkoşîneke hevgirtî em dikarin tecrîdê bişkînin û birêz Ocalan azad bikin.

Li Îzmîrê meclîsa jinan a HDP’ê jî li ser tecrîdkirina rêber APO panelek organîze kir.

Di panelê de endama meclîsa jinan a HDP’ê Ayşe Ozdamar, parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran;

Û hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk axivîn û balkişandin ser binpêkirinên li zindanan.

Ayşe Acar Başaran ji saziyan navnetewî xwest ku tecrîdkirina birêz Ocalan têxin nav rojeva xwe û dawî li vê bêhiqûqiyê bînin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 62’YAN DE YE

Li wargeha şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, çalakiya greva birçîbûnê tê lidarxistin.

Li vir jî hedefa çalakiyê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.

Çalakiya li wargehê 62 roj li pey xwe hiştin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI KAMPA LAVRÎO YA YÛNANISTANÊ 44 ROJÊN XWE TIJÎ KIR

Penaberên li kampa Lavrîo ya Yunanîstanê jî bi heman armancê ev 44 roj in dest bi çalakiya gervê kirine.

Çalakî ji aliyê komeke ji 8 kesan pêk tê û her 5 rojan carek tê dewir girtin.

Çalakgerên jin dibêjin, bêdengiya li hemberî tecrîd û faşîzmê bê-wijdaniyê û vê bangê dikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv