Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li zîndanan 59 roj in dewam dike 24.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN 59 ROJ IN DEWAM DIKE

Giriyên azadiyê li zêdetirî 107 zîndanên dewleta tirk di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya ku bi 27’ê Mijdarê re bi silavkirina Pêngava Dema Azadiyê dest bi çalakiya xwe kirin.

Ev 59 roj e çalakî bi biryardariya roja ewilî dewam dike.

Girtiyên azadiyê bi rêya hevdîtinan jî bê biryardariya xwe tînin ziman û daxwaz ji gel dikin ku bi çalakiyên xwe ve berxwedan mezin bikin.

Li aliyê din Desteya Rêveveriyên Xwecihî ya HDP’ê bi awayekî online civînek çêkir.

Di civîna navborî de starta kampanyayek jî hate dayîn.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan ku di civîna navbrorî de axivî derstnîşan kir ku wê di 8’ê sibatê de dest bi kmapanyaya xwe bikin.

Mijarên esasî yên kampanyayê jî wê li ser esasên şikandina tecrîdê û xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê be.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI YÛNANISTANÊ BERXWEDAN DI ROJA 21’EMÎN DE YE

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê jî, bi heman armancê di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 21’emîn de dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv