Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li zîndanan bi biryardarî dewam dike 22.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKE

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li zîndanên dewleta tirk girtîne ji 27’ê mijdarê ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne.

Çalakî li zêdetirî 107 zîndanan dewam dike û zêdetirî 2 hezar û 500 girtî bi dorvegerî çalakiyê didomînin.

Çalakî îro jî bi biryardariya roja ewilîn di roja 57’an de dewam kir.

Çalakî ji aliyê koma 12’emîn ve hatiye dewrgirtin.

Çalakgerên di grevê de ne bi rêya name û hevdîtinan destnîşan dikin ku ew heta bigihîjin mexseda xwe wê çalakiya xwe bidomînin.

Li zîndanan berxwedan li derve jî piştevanî dewam dike.

HDP ji aliyek ve li meclisê çalakiyan dixe rojeva meclisê û zext li hikûmetê dike da ku daxwazên çalakgeran bi cih bîne.

Li aliyê din jî malbatên çalakgeran bi peyamên xwe hêzên didin berxwedanê.

Dayika Rozerîn Kalkan a tevlî pêngava dem dema azadiyê ye bû, Şerîfe Kalkan li ser zextên li zîndanan û çalakiya girtiyan axivî.

Şerîfe Kalkan ji bo qîza xwe bibîne ji Mêrdînê berê xwe da Îzmîrê bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI KAMPA LAVRÎO DI ROJA 19’AN DE DEWAM KIR

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yunanistanê dimînin jî, ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya xwe didomînin.

Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê TJK-E û Navenda Çanda Kurdistanê hatiye destpêkirin, di roja 19’emîn de dewam kir.

PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI SWÎSREYÊ BERXWEDANA LI ZÎNDANAN HAT SILAVKIRIN

Li derveyî welat jî kurdistanî bi çalakiyên xwe li qada in û daxwaza wan jî azadiya Rêber Apo ye.

Li ser vî esasî kurdistaniyên li bajarê Swîsre Solothurnê çalakiyek çêkirin.

Çalakî li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat.

Di axaftinan de berxwedana li zîndanan hat silavkirin û dewa azadiya Rêber Apo hat kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv