Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li zîndanan bi koma nû dewam dike 10.02.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN BI KOMA NÛ DEWAM DIKE

Bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li zîndanan girtî ne ji bo azadiya Rêber Apo di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Çalakî bi salvegera 27’ê Mijdarê bi silavkirina Pêngava Dem Dema Azadiyê ye dest pê kir.

Çalakî di roja 76’an de bi koma 16’an re dewam dike.

Berxwedêr di peyamên didin de biryardariya xwe datînin holê û îşaret bi wê yekê didin ku heta encamgirtinê wê li ber xwe didin.

Daxwaza berxwedêran ji raya giştî jî ew e ku têkoşîna ji bo azadiyê were mezinkirin.

Li zîndanan berxwedan û li derve jî li dora vê berxwedanê liv û tevgera gel û saziyên demokratîk dewam dikin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
MECLÎSA JINAN A HDP’Ê LI AMEDÊ TEVÎ ASTENGIYAN JÎ PEYAMA BERXWEDANÊ DA

Meclisa Jinan a HDPê li Amedê li pêşiya girtîgeha Tîpa D wê daxuyaniyekê bidaya.

Ev daxuyanî ji aliyê polîsên rejîma tirk ve hat astengkirin.

Berî daxuyaniyê polîsan bi wesaîtên zirxî rêya diçe girtîgehê girtin û jin dorpêç kirin.

Endamên meclîsê ji ber dorpêçê berê xwe dan Rêxistina HDP’ê ya Kayapinarê û xwestin li vir daxuyanî bidin.

Jinên li vê derê jî ji aliyê polêsan ve hatin dorpêçkirin, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” ev protesto kirin.

Parlamentera HDP Remziye Tosun li dijî zextên polêsan nerazîbûn nîşan da û got:

Li zêdetirî 100 girtîgehan grêva birçîbûnê heye. Em ê dengê çalakgerên grêva birçîbûnê ragihînin.

Parlamentera HDP Semra Guzel jî got:

Heta ku li vî welatî tecrîd rabe û aştî serbest be em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî axaftinan jin bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan belav bûn.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JI BATMAN Û ÎZMÎRÊ PEYAM: DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEBE

Dayikên Aştiyê yen Batmanê ji bo balê bikşînin ser çalakiyên greva birçîbûne li avahiya Meclîsa xwe civinek lidarxistin.

Dayika Aştiye Sultan Azboy di civine de axivi û got,bila herkes li dijî tecrîde denge xwe bilind bike.

Dayikan got: divê deriyên Îmraliyê vebibe.

Li Îzmîrê Rêxistina HDP’ê ji bo greven birçîbûne daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku wê li Alsancak ê hatiba dayin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Girse li ser astengiya polîsan derbasî avahiya HDP’ê bûn û li wir daxuyani dan.

Di daxuyaniye de wiha hat gotin: Tecrîda îro li Îmraliyê heye di heman deme de li kolan, mal û li ser hemû mirovan jî heye.

Li dijî vê faşîzmê em ê bi hev re têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv