Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li zindanan di roja 36’an de ye 01.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN DI ROJA 36’AN DE YE

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li zîndanan ji bo azadiya Rêber Apo di roja 36’emîn de dewam dike.

Dîlên azadiyê di 27’ê Mijdarê de bi silavkirina 43 saliya PKK’ê di çarçova Pêngava dem Dema Azadiyê de dest bi çalakiyê kirin.

Ji wê demê ve zêdetirî 2 hezar û 500 dîlên azadiyê ketine greva birçîbûnê.

Çalakî bêdem û bidorvegerî kom bi kom tê domandin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDÊR ŞABAN YENER: EM AMADE NE JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ BEDELÊ BIDIN

Dîlê Azadiyê Şaban Yener ê 6 salin li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê girtiye.

Ew berê jî 148 rojan ketibû greva birçîbûnê.

Şaban Yener bi hevalên xwe Ramazan Aksû û Mahmût Aydin re tev li çalakiyê bûye.

Li gor agahiyên Şaban Yener bi malbata xwe re parvekirî, diyar diyar dike ku daxwaza wan ew e ku Rêber Apo azad bibe.

Şanab Yener destnîşan kir ku ew ji bo bigihîjin mexseda xwe her tiştî dane ber çavê xwe û got:

Berxwedana me wê ji çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an ne cudatir be.

Piştgiriya derve de hêzê dide me.

Ji ber vê yekê divê gel piştgiriyek mezin bide vê têkoşînê.

Di vî warî de em banga hestiyarê li gelê xwe dikin.

Îro tu tişt ji bo bi rêveberina têkoşîneke mezin ne astenge.

Di vê oxirê de çi bedel hewce be em ê bidin.

Bavê Şaban Yener, Nîzamettîn Yener jî, xwest ku daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin û tecrîd bidawî bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv