Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li zindanan di roja 65’an de ye 30.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZINDANAN DI ROJA 65’AN DE YE

Bi pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” girtiyên li zîndanên dewleta Tirk dest bi çalakiyan kirine.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo 65 roj li pey xwe hiştin.

Yek ji berxwedêran Mehmet Çoreşoglû ye.

Çoreşoglû yê li zindana Bolûyê tê girtin, bi malbata xwe re axivî û li ser biryardariya hevalên xwe ev peyam da.

Heya tecrîd bi temamî were rakirin û em azadiya rêberê xwe bi dest bixin wê berxwedan bidome.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
“JI BO GIRTIYAN ÇI HEWCE BIKE, EM Ê BIKIN”

Dayika wî Kiymet Çoreşoglû jî dibêje, ew ê timî li rex têkoşîn û sekna zarokên xwe cih bigirin û vê bangawaziyê dike.

Girtiyên azadiyê yên li zindana Şirnexê jî beşdarî pêngava ‘Dem dema azadiyê bûne.

Dayika Osman Beytûr, Hatîce Beytûr jî baldikşîne zilma li ser girtiyan û vê bangê dike.

Şukran Engîn ê kurê wê Faruq Engîn di zindana Osmaniyê Tîpa T’yê de tê girtin jî wiha qala faşîzma li zindanan dike.

Xelkê Batmanê jî doh daketibû qadan û tevî êrişên dewletê peyama xwe dabû.

Hevseroka DBP’ê Saliha Aydeniz û parlamentera HDP’ê Pero Dundar berxwedana xelkê Batmanê silavkirin.

Û gotin, gel li dijî tecrîd û faşîzmê peyama xwe bi zelalî da, ji naha û şûn de jî çi pêwîst bike em ê bikin.

Di vê navberê de çalakiya gireva birçîbûnê ya li Mexmûrê 44 û ya li kampa Lavrîo ya Yunanistanê jî 27 roj li pey xwe hiştin.

Di çalakiyan de bang li tevahiya gelê Kurd û dostên wê tê kirin, ku li her deverê ji bo bilindkirina dengê girtiyên azadiyê dakevin qadan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv