Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana Sedsalê: Kobanê 26.01.2021

 

BERXWEDANA SEDSALÊ: KOBANÊ
DI ŞERÊ 134 ROJAN DE ERDOGAN Û ÇETEYÊN XWE TÊK ÇÛN

Bi destpêkirina, serhildana gel a li Sûriyê ya di sala 2011’an, li Rojava jî şoreşa gel ya bi pêşengiya Kurdan destpê kir.

Di nava demeke din de, li Rojava rêveberiya siyasî û civakî û ya herî girîng jî hêza parastina gel hat avakirin.

Ev hêza bi hejmareke kêm, lê xwedî vîn û biryar bi demê re veguherî artêşa azadkirina rûmeta mirovahiyê.

Di sala 2014’an de êdî Rojava ji ber lehengiya bi hezaran keç û xortên xwe bû rojeva sereke ya cîhanê.

Li hemberî van destketiyên mezin yên li Rojava, neyarên Kurdan jî yekser ketin nava liv û tevgerê.

Piştî Mûsil ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê û serekçeteyê wan Erdogan, wisa xeyal dikirin ku mîna Mûsilê ew ê Kobanê jî di nava hefteyê de dagirbikin.

Lê belê hesabên Erdogan yên li Sûkê û malê hevdû negirtin û pîlanên wan neçûn serî.

Kobana ku heta wê rojê ji hêla cîhanê ve nedihat nasîn, bi lehengiya Şervanên mîna Arîn, Gelhat, Zozan û Zehrayan bû qibleya mirovahiyê.

Şervanên azadiyê yên soza serkeftinê dabûn Arîna Mîrkan mal bi mal, kolan bi kolan ketin cenga giran.

Dema ku keç û xortên leheng li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şerê sedsalê dikirin, li Bakurê Kurdistanê jî li ser sînorê Koban û Pîrsûsê bi mehan konên berxwedanê hatin vedan.

Di dema berxwedanê de rêber Abdullah Ocalan bi riya heyeta HDP’ê banga seferberiyê ji bo Kobanê kir.

Li ser banga Ocalan, berxwedana Kobanê derbasî qonaxeke nû bû.

Û bi hezaran ciwanên Kurdistanê têlên rêsayî yên sînorên dagirkeran jihev xistin û qefle bi qefle berê xwe cenga sedsalê.

Li Kurdistan, Tirkiye û her devera cîhanê, bi milyonan kes ji bo Kobanê rabûn ser piyan.

Di serhildanên 6 û 7’ê cotmehê de nêzî 40 welatparêz ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin şehîd kirin.

Eger gotin di cîh de be, bi van serhildanan re dewleta Tirk hejiya û li hemberî vê berxwedanê matmayî ma.

Vê berxwedana efsûnî devê hêzên cîhanî vekirî hişt û ji bo prestîja xwe winda nekin neçar man ku destekê bidin berxwedanê.

Şerê 134 rojan ya cenga sedsalê, temamê cîhanê bi xwe re mest kir û lewma jî li her devera cîhanê 1’ê Mijdarê weke roja Kobanê ya cîhanî hat qebûlkirin.

Di dawiya meha Mijdarê de Şervanên YPG/YPJ’ê ji bo bîranîna şehîdên Kobanê pêngav dan destpêkirin û gav bi gav bi pêş de çûn.

Di çarçoveya pêngavê de 19’ê çileya 2015’an de girê Miştenûrê ango girê Arîn Mîrkan hat rizgarkirin.

Roja 26’ê çileya 2015’an jî mizgîniyeke xêrê ji Kobanê hat û cenga sedsalê bi serket.

Piştî mizgîniya rizgarkirina Kobanê, bi deh-hezaran kes di heman kêliyê de derketin kolanan û bi eşq û coşeke mezin rizgariya Kobanê pîrozkirin.

Kobanê neket, li berxwe da û dilsoziya xwe ya bi pakrewanan re bi cîh anî.

Kobanê bi rihê Arîn Mîrkan, Zozan, Gelhat û Hebûnan rûmeta mirovahiyê parast.

Kobanê bû sembola berxwedanê, bajarê şehîdan û bajarê Rûmetê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv