LI HEWLERÊ JI ALIYÊ ASAYIŞÊ VE HAT GIRTIN
PIŞTÎ 3 MEHAN CENAZEYÊ BERZAN ENWER PÎRDAWÎD HAT DÎTIN
Li Hewlerê, roja 10’ê Cotmehê welatiyê bi navê Barzan Enwer Pîrdawid re telefonek tê û ji mal derdikeve.
Paşê agahî jê nayê girtin.
Di encama lêgerîna malbatê de asayîş diyar dike ku Barzan Enwer ji aliyê wan ve hatiye binçavkirin.
Lê piştî 3 mehan ango 8’ê Çileyê cenazeyê Barzan Enwer hate dîtin.
Asayîş binçavkirinê înkar dike.
Bavê Barzan, Enwer Pîrdawid li ser bûyerê ji ajansa Rojnewsê re axivî û got:
Ez cenazeyên kurê xwe defin nake, heta bûyer neyê ronî kirin.
Birayê Barzan Hawar jî dibêje, ser bedena birayê min şopên guleyan hebûn û cenaze xistine nav bîrek neftê.
Hevjîna Barzan, Etiye Arif jî bang li hikumet û aliyên peywendîdar kir daku çarenûsa wî zelal bikin.