Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Erzincan: Komplogeran xeta jina azad kirin hedef 08.10.2020

 

SALVEGERA 22. A KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ
BESÊ ERZÎNCAN: KOMPLOGERAN XETA JINA AZAD KIRIN HEDEF

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê Besê Erzîncan bi rasthatina salvegera 22’yan a komploya 9’ê Cotmehê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê-ANF’ê re axivî.

Besê Erzîncan Amerîka, Israîl û Ingilistan weke serkêşên komployê destnîşan kirin û got, ev komplo di heman demê de komploya herî berfireh a li dijî azadiya jinê ya bi destê cîhana serdest a mêr e.

Ji ber vê yekê di şexsê Rêbertiya me de xeta jina azad kirin hedef.

Ji ber ku Rêbertiya me qanûnên pergala baviksalarî bi têkoşîna xwe re rûxandin.

Di dîrokê de cara pêşî Rêberê şoreşekê azadiya gelekî û mirovahiyê bi azadiya jinê ve girêda.

Azadkirina jinê weke şoreşa di nava şoreşê de pênase kir.

SALVEGERA 22. A KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ
BESÊ ERZÎNCAN: HERÎ ZÊDE JIN XWEDÎ LI RÊBER APO DERKETIN

Endama Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir, ku Rêber Apo bi têkoşîna xwe maskeyên pergala modernîzma kapîtalîst anîn xwarê.

Li Girava Îmraliyê di nava sîstema herî zehmet a dîrokê de perspektîfên zêrîn dan.

Formûlên efsûnî ji bo pêşxistina modela netewa demokratîk a bi pêşengiya jinê pêşkêşî me kirin.

Ji ber vê, ev 22 sal in, herî zêde jinan li dijî komployê li ber xwe dan û xwedî li Rêbertiyê derketin.

Wê berxwedana me li dijî zihniyeta dijminê jinê, dewleta Tirk a faşîst û qirker heta dawî bidome.

Besê Erzîncan di vî warî de bal kişand ser pêngavên ku ji hêla KCK û KJK’ê ragihandine û girîngiya wan wiha nirxand.

PÊNGAVÊN KCK Û KJK’Ê YÊN “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BESÊ ERZÎNCAN: PÊNGAV MUDAXALEYEK LI PÊVAJOYA QIRKIRINÊ NE

Ragihandina pêngavan mudaxaleyek li pêvajoya qirkirinê ye.

Rojeva sereke ya pêngavan azadkirina Rêber Apo ye.

Niha bi cezayên didin Rêbertiya me peyama komkujiyan didin.

Ji ber vê yekê divê bi awayekî xurt xwedî li pêngavên KCK û KJK’ê were derketin.

10’Ê COTMEHÊ ROJA JI OCALAN RE AZADÎ YA CÎHANÎ
BESÊ ERZÎNCAN: DIVÊ JINÊN ÇAR ALIYÊN CÎHANÊ BI GIRSEYÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYAN BIBIN

Endama Koordînasyona KJK’ê bal kişand ser 10’ê Cotmehê Roja ji Ocalan re Azadî ya Cîhanî û ev bang kir:

Ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî, banga ku hatiye kirin raste, watedare û di cîh de ye.

Jinên li çar aliyên cîhanê bi xurtî xwedî li Rêbertiya me derdikevin.

Divê jin li çar aliyên cîhanê bi awayekî xurt beşdarî çalakiyên 10’ê Cotmehê bibin.

Azadiya Rêbertiya me, azadiya jinên cîhanê hemûyan e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv