Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Erzîncan: Rêber Apo li dijî dewleta herî zalim, li ber xwe dide 13.02.2021

 

23 SALIYA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
BESÊ ERZÎNCAN: RÊBER APO LI DIJÎ DEWLETA HERÎ ZALIM, LIBERXWE DIDE

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî salvegera komploya 15’ê Sibatê, ji ANF re axivî..

Erzincan anî ziman ku di nava 22 salên derbasbûyî de Rêber Apo li dijî dewleteke herî faşîst û zalim a cîhanê li ber xwe dide û wiha dewam kir:

Rêber Apo ji 15’ê Sibata 1999’an ve li nava şertên herî dijwar bi kedek mezin, mîna ku bi derziyê bîrê bikole, tê dikoşe.

Ji tinebûnê, derfetên jiyana azad afirandin. Di qonaxên herî zor de karîbû pêşengiya rewşên herî awarte bike.

Rêbertiya me di nava tecrîd û êşkenceyê ya herî hovane de tê ragirtin.

Bê goman xwediyê vê pergalê ne tenê dewleta Tirk e.

Di serî de Amerîka, ev sîstem ji aliyê hêzên komploger ve hatiye amadekirin.

Li gel vê rewşa zor jî Rêber Apo di serî de pirsgirêka azadiya jinê, karîbû rêya çareseriya hemû aloziyan nîşanî me bide.

Rêbertıya me ne tenê li dijî sîstema dewleta Tirk li ber xwe dide.

Di heman demê de li dijî hêzên modernîteya kapitalîst a ku 5 hezar sal in serwer in, li ber xwe dide.

23 SALIYA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
BESÊ ERZÎNCAN: ESASÊ TÊKOŞÎNA ME AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Endama Koordînasyona KJK’ê êrişa dagirkeriya Tirk li herêma Garê jî weke hewldana serxistina komploua navneteweyî binav kir û wiha got:

Bi tesfiyekirina gerîlla, dixwazin gelê Kurd qir bikin.

PDK di nava vê tevgerê de bi her awayî alîkarî dide dewleta Tirk.

Bicihkirina ewqas leşker, hêz û îstixbarat a dewleta Tirk a li Başûrê Kurdisanê, bi destûr û erêkirinaPDK’ê çêbû.

Li hemberî vê êrişa tinekirin, xwedîderketina li berxwedana gerîlla erka gelê Kurd a sereke ye.

Bi xurtkirina berxwedan û têkoşînê, em dikarin sedsala 21’an bikin sedsala azadiya Rêber Apo û misogeriya serkeftina têkoşînê.

Di vî warî de li her devera Kurdistanê û bi taybet li Rojava û Şengalê, berpirsiyariya pêşnegiyê dikeve ser milê jinan.

Li ser vî esasî wê her kêliya têkoşîna me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv