Li hemberî şîdeta tê kirin şaş e jin li bendê bin dewlet gavên erênî bavêje.
Ji ber, ê êrişkar û kujeran diparêze dewlet bixwe ye.
Ev nirxandina endama Kordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan e.
Besê Erzîncan bi boneya 25’ê mijdarê ji ANF’ê re axivî behsa pêngava partiya xwe ya li dijî êrişên qirkirinê kir.
BESÊ ERZÎNCAN: LI DIJÎ TUNDIYÊ DIVÊ JIN DI NAVBERA XWE DE HEVGIRTÎ BIN
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê Besê Erzîncan, bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê, ji ajansa ANF re axivî..
Erzînca bi bîr xist ku wan weke KJK’ê bi durûşma “Li dijî qirkirina jin û civaka azad, dema parastinê ye” pêngaveke ragihandine û wiha got:
Rêber Apo di bin şertên herî giran ên tecrîdê de, ji bo bidawîkirina hewldanên qirkirina jinê, rêya jiyana azad pêş xist.
Ji ber xwedîderketina wî li azadiya jinê, êrişên dewletê li dijî rêbertiya me zêde dibin.
Rêber Apo pêşengiya têkoşîna azadiya jinê dike.
Ji ber vê çendê, jin jî ji bo azadiya wî, têkoşînê xurt dikin.
Besê Erzîncan anî ziman ku lazime îsal jin ji bi awayekî cûda roja 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin û wiha dewam kir:
Di qonaxa heyî de zanista jinê ya azadiyê ji her demê zêdetir e.
Êdî jin bi ti awayî ferzkirina koletiyê qebûl nakin.
Li hemberî tundiya tê kirin, şaş e ku jin li bendê bin dewlet gavên erênî bavêje.
Ji ber, ê êrişkar û kujeran diparêze dewlet bixwe ye.
Yekane rêya bidawîkirina tûndiyê, biryardariya jinê û hêza wê ya xweparastinê ye.
Têkoşîna azadiya jinê wê hê bilindtir bibe.
Wê her roja jinê bibe 25’ê Mijdarê.
Li mal, kolan, navendên kar û her deverê, dengê li dijî tundiyê wê bilind bibe.
Li vir a girîng ew e ku jin di navbera xwe de hevgirtî bin.
Ev yek ne tenê erka jinê ye.
Ji ber ku pirsgirêk tevahiya mirovahiyê aleqedar dike, lazime hemû civak beşdarî vê têkoşînê bibe…
Endama Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku di serî de Îmralî, dewleta Tirk li her devera Kurd lê ne êrişên xwe ên qirkirinê zêde kirine û wiha got:
Jinên Kurd li çar aliyên Kurdistanê bi hêza xwe a parastinê bersivê didin êrişên dewleta faşîst.
Ti carî stûyê xwe netewandin. Bi vê hêz û baweriyê, wê jinên Kurd 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin.
Li derveyî welat jî asta zanîst û rêxistibûyîna jina Kurd bilind bûye.
Li dijî van êrişan, erk û berpirsiyariya herî mezin ji aliyê gerîllayên jin ve tê bicihanîn.
Di serî de Heftanîn, gerîllayên jin li her aliyê Kurdistanê bi riheke fedaî şerê parastinê dikin.