Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Besê Hozan: Bicihkirina hêzan li Zînî Wertê pîlaneke tasfiyê ye.

 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji ANF’ê axivî.

Besê Hozat bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî, tecrîda li Îmraliyê û êrişa li ser jin û gorên şehîdan.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê dibêje: Têkoşîna li dijî faşîzmê divê li kolan û qadan bê meşandin

Di mijara Zînê Wertê de jî Besê Hozat got: Dewleta tirk ji PDK’ê dixwaze li dijî PKK’ê şer bike.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
“FAŞÎZMA LI ÎMRALIYÊ BELAV DIBE”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat tecrîda li Îmralî, êrişên qirkirinê û girîngiya Yekîtiya Netewî ji ANFê re nirxand.

Besê Hozat destpêkê bal kişand ser tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tecrîd parçeyekî polîtîkayên qirkirinê ye.

Di şexsê Rêber Apo de hewl didin gel û mirovên berxwedêr teslîm bigirin. Qanûnên Îmraliyê êdî veguheriye polîtîka û pêkanîneke giştî. Gotina ‘Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina Kurdan, hêzên demokrasiyê, jinan, gelan û mirovahiyê ye’ êdî hîn bêhtir bi wate bûye.

Hevseroka KCKê Besê Hozat têkoşîna gelan a li dijî kapîtalîzmê jî bibîrxist û got.

Gel êdî sîstema netewe dewlet a faşîst qebûl nakin û bi tundî li ber radibin.

Projeya sîstema kondederal a demokratîk û paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk, demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan xwedî taybetmendiya çareseriyê ye ku dawî li Şerê Cîhanê yê 3. bîne.

Girîngiya Pergala konferderalîzma demokratîk jî Besê Hozat wiha nirxand.

“Sîstema konfederal a demokratîk qadeke berfireh a wekhevî, azadî û demokrasiyê pêşkêşî jinan dike. Yekane sîstema ku jin lê bi rengekî azad û wekhev tê temsîlkirin, sîstema konfederal a demokratîk e. Sedema bingehîn a ku jin tecrîda li ser Rêber Apo weke tecrîda li dijî xwe dibîne û bi vî rengî dinirxîne jî ev e.

Besê Hozat balkişand ser êrişên qirkirinê yên rejîma faşîst a AKP-MHPê jî

Têkoşîna li dijî faşîzmê divê li kolan û qadan bê meşandin. Hêzên demokrasiyê divê bi gel re û li pêşiya gel têbikoşin. Siyaseteke dûrî têkoşîna li kolan û qadan nikare bibe xwedî karakterekî demokratîk.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
‘BICIHKIRINA HÊZAN LI ZÎNÎ WERTÊ PARÇEYEK JI PÎLANA TASFIYÊ YE’

Besê Hozat li ser aloziya li Zînî Wertê jî ev nirxandin kir;

Dewleta Tirk hewl dide Başûr bi temamî bike wîlayeteke xwe ya mêtinger a Tirkiyeyê.

Bicihkirina hêzên PDK’ê yên pêşmerge li Zînî Wertê, pêwendiya xwe bi plana êrişê ya dewleta tirk li ser Qendîlê ye.

Dewleta tirk ji PDK’ê dixwaze li dijî PKK’ê şer bike, bi rengekî çalak tevlî plana tasfiyekirina PKK’ê bibe.

Ti partî û rêxistineke Kurd nikare têkiliya xwe ya bi hêzên qirker re ji vî gelî re vebêjin.

Ambargoya li ser Mexmûrê jî di encama têkiliyên navbera PDK û Tirkiyeyê de tê meşandin.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
‘DAXWAZA YEKÎTIYÊ YA GELÊ ME, DAXWAZA ME YE’

Hevseroka Konseya rêveber a KCKê Bestê Hozat daxwaza gelê Kurd a Yekîtiya Netewî jî nirxand û got;

Gelê me dixwaze ku partiyên siyasî yên Kurd li hev kom bibin û kongreya neteweyî pêk bînin, stratejiyeke neteweyî diyar bikin.

Ev daxwaza gelê me, daxwaza me ye jî. Desthilatdariya qirker a AKP-MHP’ê derfetên dewletê hemûyan ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne. Ya ku rêxistinên Kurd divê bike jî ew e ku bi helwesta yekîtiya neteweyî bersivê bide van êrişên qirker.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv