Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi çavê pêşmergeyek wê demê şehîd Bêrîtan 25.10.2020

 

Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di şerek dijî leşkerên Tirk û çekdarên PDK’ê de, ji bo ku nekeve destê dijmin xwe ji bilindahiya çiya avêt û şehîd ket. Pêşmergeyek ku şahidiya wê demê kiriye, behsa îrade û wêrekiya şehîd Bêrîtan kir. Pêşmergeyê şahidî kiriye got; “Me wisa dizanî ku navê wê Mêrdîn e. Ez ew qasî bandor bûm, min navê keça xwe kiriye Mêrdîn.”

Di 25’ê Cotmeha sala 1992’yan de şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çekdarên PDK’ê heya dawiyê bi qehremanî û îradeyek xurt şer kir. Şehîd Bêrîtan teslîmyet qebûl nekir, çeka xwe şikand û xwe ji bilindahiya çiya avêt xwarê û şehîd bû. Ji wê rojê heya niha bandorek mezin li ser hemû gelê Kurd hêlaye û bûye sembola berxwedanê.

Yek ji kesên ku gelekî di bin bandorê de maye jî pêşmergeyê bi navê Hindirîn Methet ê ji navçeya Kifrî ya ser bi Germiyanê ye. Hindirîn jî di dema şerê dewleta Tirk û partiyên Başûr ê li hemberî gerîlayên Kurdistanê de, biribûn şer. Hindirîn ku şahidî ji bûyera wê demê re kiriye, behsa têkoşîn, berxwedana gerîla û şehîd Bêrîtan kir.

Hindirîn Methet wiha qala wan kêliyan dike; “Em bi hevalên xwe re gihîştin çiyayê Xakurkê û me cenazeyê gerîlayek jin dît ku ketibû xwarê. Ji ber ku ti nasnameyek li ser nebû, me nedizanî navê wê çiye. Lê hevalên min wêneyek ji berîka wê derxistin û li ser Mêrdîn nivîsandibû. Me jî got navê wê Mêrdîne. Me heman êvariyê çalek kola û cenazeyê wê veşart.

Ez gelek bandor bûm. Bûyer ewqas bandor li min kir ku min li wir biryara xwe da, eger zarokek min çêbibe ezê navê wê bikim Mêrdîn. Piştre di sala 1993’yan de keçek min çêbû û min navê wê kir Mêrdîn.

Destpêkê me tenê navê PKK’ê bihîstibû. Lê ew cara yekem bû ku min gerîlayên PKK’ê dîtin û min bihîst ku jinek bi çek û çend guleyan hemberî ewqas dijmin li ber xwe dida. Piştî ku cebilxaneya wê xilas bibû, xwe ji çiya avêtibû. Ji bo ku dijmin ji çeka wê sûd negire, çeka xwe şikandibû. Piştre jî xwe ji çiya avêtibû xwarê.”

Hindirîn derbarê îradeya şehîd Bêrîtan de dibêje; “Zîrektî û îradeya şehîd Bêrîtan ya ji bo wê rêbazê, dida xuyakirin ku xwendî û têgihiştî bû. Ji bo vê rastî biksî, doçka û topan teslîmyetê qebûl nekirin. Bêrîtan nedixwest bikeve destê pêşmergeyan, ji ber ku baweriya wê bi wan nebû. Nedizanî wê bi dîl girtinê, çi li wê bikin. Ji ber ku dema mirov di şer de bi dîl tê girtin, li benda her tişta ku neyê xwestin jî dibe.”

Hindirîn di dawiya axaftina xwe de got ku ew jî weke bi sedan pêşmergeyên din nedizanî ji bo çi şerê PKK’ê dikin û wiha pêde çû; “Ji bo me gotibûn, PKK dest di dane ser xwarinên ku Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê dişîne. Di serê me ev yek danîbûn.”

Di 25’ê Cotmeha 1992’an de Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan, di şerê dewleta Tirk û çekdarên PDK’ê dijî gerîlayan de, ji bo ku nekeve destê dijmin heya dawî şer kir. Piştî ku guleyên çeka wê xilas bû, şehîd Bêrîtan xwe ji çiya avêt û şehîd bû.

Gulnaz Karataş di sala 1971’an de li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Dibistana Seretayî li bajarê Elezîzê temam kiriye. Şehîd Bêrîtan di sala 1990’an de tevlî nava refên gerîlayan bibû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv