Gelê Şengalê: “Bese ji qirkirin û fermanan re, dem dema xweseriyê ye”
Doh gelê Şengalê ji bo herema wan bibe xwedî sitatuyeke xweser meşek lidarxistin.
Bi sedan kes tevlî meşê bûn û daxwaza xweseriya Şengalê kirin.
Li Şengalê bi vê sloganê meşeke girseyî hat li darxistin.
Meşa ku ji ber keleha Laleş destpêkir heya navenda Şengalê dewam kir.
Piştî meşê mitîng hat lidarxistin û axaftin hatin kirin.
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Meyan Nasir axivi.