HELWESTA ENKS’Ê LI SER PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ KURDÎ
BI HEZARAN ŞÊNIYÊN HELEBÊ DAKETIN QADAN Û PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ KIRIN
Li diji helwesta ENKS’ê ya derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî de nerazûbênek jî ji bajarê Helebê hat.
Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li taxa Şexmeqsûd kom bûn û meşeke girseyî lidarxistin.
Beşdaran banga yekitiyê li hêzên kurdan kir û kesên ku helwesta PDKê ya şerxwaz protesto kirin.
Meş li kolana navendê veguherî mitînge..
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Henan Kedro û endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo axivîn.
Beşdaran bang li gelê kurd kirin ku hê bi xurtî xwedî li dew û doza xwe derkevin û perwerdeya bi kurdi biparêzin.