Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsa Cemal Şerîk nivîsa ‘Divê Almanya qedexeya li ser PKKê rake’ 25.11.2020

 

CEMAL ŞERÎK / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
DIVÊ ALMANYA QEDEXEYA LI SER PKK’Ê RAKE

Li Ewrûpayê bi awayekî fermî qedexeya li ser PKK’ê di 26’ê Mijdara 1993’an de hat ragihandin. Wê demê hukûmeta Federal a Almanyayê tevgerên civakî yên Kurdan kirin bahane, lê di esasê xwe de peymanên wan ên qirker bi Dewleta Tirk re ev biryar derxist. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê şerê qirêj bi Almanyayê dest pê kir. Ev biryara ku Almanya dabû ne cara pêşî bû. Di 30’ê Çileya 1988’an de ango piştî kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme bi 2 salan dadgehên Dusseldorfê ketin meriyetê. Wê demê jî girtinên bi navê PKK’ê kirin. Beriya wê jî Almanya bi Dewleta Tirk a qirker re hevkarî kiribû. Di dema şerê duyemîn ê cîhanê de rejîma faşîst a Hîtler û Dewleta Tirk nêzî hev bûn. Piştî şerê duyemîn ê cîhanê di nava NATO’yê de şirîkatiya Almanya û Dewleta Tirk zêde bû. Jixwe di sala 1988’an de girtinên PKK’ê li ser biryarên NATO’yê bûn. Qedexeya PKK’ê ya sala 1993’an jî encama vê yekê ye.

Li Almanyayê di ser qedexeya PKK’ê re 27 sal derbas bû. Wû demê li ser kursiyê hukûmetê Helmût Kohl hebû. Kohl di girtinên sala 1988’an de jî serokwezîr bû. Piştre Gerhard Schröder bû serokwezîr û qedexeya li ser PKK’ê domand. Her wiha di komploya navnetewî ya girtina Rêber Apo de bû şirîk. Dûra jî Angela Merkel hat û wê jî di dewamkirina qedexeyê û komployê de rola xwe lîst.

Di encamê de hat dîtin ku ev biryar girêdayî komployekê ye. Eşkerebûna failên cinayeta Olof Palme ev yek eşkere kir. Dozgerên Alman ji bo PKK’ê ji kuştina Olof Palme berpirsiyar nîşan bidin gelekî hewl dan û şahidên derewîn jî bi kar anîn.

Di rewşa heyî de li cîhanê û Ewrûpayê ti derfet tineye ku qedexeyên li ser PKK’ê di meriyetê de bihêlin. Kurdistanî û dostên wan destnîşan dikin ku qedexeya li ser PKK’ê were rakirin û PKK ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin. Her wiha dawî li tecrîdkirina Rêber Apo were.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv