BI VEGERA ŞENGALÊ, PROVOKASYON ZÊDE BÛN
HESO BIRAHÎM: BERSIVA HERÎ RAST ZÊDEKIRINA VEGERA ŞENGALÊ YE
Di vê dema ku vegera xelkê Êzdî ya Şengalê zêde bûye, provokasyon û planên qirêj li ser herêmê tên kirin.
Hêzên tarî, bi lîstikên qirêj dixwazin pêşiya vegera êzidiyan a Şengalê bigirin.
Cigirê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Birahîm li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Heso Birahîm dibêje, bersiva herî xurt a van planan vegera Şengal û Êzidxanê ye.
Piştî êrişên eşkere yên DAIŞ, dewleta Tirk û hesabên qirêj ên PDK’ê, Şengal niha jî bi lîstikên qirêj ve rû bi rû ye.
Sedema bingehîn a êrişan jî, vegera Êzidiyan û ji nû ve şênbûna Şengalê ye.
Hêzên ji vegera Êzidiyan a Şengalê eciz in, bi lîstikên cûr be cûr hewl didin provokasyonan derxin û Şengalê wekî cihê ne-ewle nîşan bidin.
Provokasyona dawî ya bi vî rengî di 20’ê Îlonê li gundê Qinê ya herêma Şerfedîn a Şengalê pêk hat.
Di wesaîtekê de teqîn pêk hatibû û medya PDK’ê yekser wekî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker bi nav kiribû.
Lê belê YBŞ’ê ev nûçê derewandibû û bal kişandibû ser provokasyonan û banga hişyarî kiribû.
Cigirê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Birahîm li dijî lîstik û provokasyonan ji ANF’ê re axivî.
Birahîm bal kal kişand ser zêdebûna vegera Êzidiyan û diyar kir ku bersiva herî rast li hemberî provokasyonan vegera Şengalê ye.
Heso Birahîm hevkariya PDK ya bi dagirkeriya Tirk re rexne kir û biryardariya bi xurtî li dijî êrişan û provakasyonan sekinandin anî ziman.