Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bîlancoya Hêzên Rizgariya Efrînê ya sala 2020’an 01.01.2021

 

BÎLANÇOYA ÇALAKIYÊN HRE’YÊ
HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ DI SALEKÊ DE 153 ÇALAKÎ LI DAR XISTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE derbarê bîlançoya çalakiyên xwe yên di sala 2020’an de dxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hêzên Rizgariyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê li hemberî gelê qirkirinên bi her cureyî meşand û hê jî êrişên xwe didomîne.

Li dijî van êrişan şervanên Hêzên Rizgariyê temamiya salê çalakî û operasyon li dar xistin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê, encamên çalakiyên wan ên tolhildanê wiha ne:

Di sala 2020`an de li hemberî artêşa Tirk a dagirker û komên çete, bi giştî 153 çalakî hatine lidarxistin,

Di van çalakiyan de:

265 çete û leşker hatin kuştin. Ji wan 235 çete û 30 leşkerên artêşa Tirk a dagirker in.

214 çete û leşker hatin birîndarkirin. Ji wan 172 çete û 42 leşkerên artêşa Tirk a dagirker in.

Di heman demê de 35 wesayît, 3 doçka û 2 dron hatine rûxandin.

Tank û wesayitên zirxî jî di nav de, 11 wesayît hatin derbkirin.

Artêşa dagirker di sala 2020`an de 375 caran herêm topbaran kir.

Di wan êrişan de 7 sivîl şehîd bûn û zarok jî di nav de, 14 sivîl birîndar bûn.

Her wiha çeteyên dagirker 2 caran êrişên bejahî li dar xistin.

HRE`yê ragihand ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 20 hevrêyên wan gihaştine şehadetê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv