Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîSîyasî

PKK: Şehîd her tim çavkaniya bingehîn a hêza me ne. 

 

Komîteya Rêveber a PKK’ê şehîdên meha Gulanê bibîr anî. 

PKK: Şehîd her tim çavkaniya bingehîn a hêza me ne. 

Komîteya Rêveber a PKK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

PKK’ê anî ziman ku ewê pêwistiya daxwazên şehîdan bi bîr anî û banga meha Gulanê wekî daxwaza şehîdan veguherînin meha têkoşîna şoreşê.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî di şexsê Hakî Karer, Mehmet Karasungur û Hozan Mizgîn de, hemû şehîdên meha gulanê bi hurmet, hezkirin û mînetê bi bîr anîn û roja şehîdan 18″ê gulanê jî silav kir.

PKK’ê bal kişand ser soz û têkoşîna şehîdan, careke din daxwaza pêkanîna xeyalên şehîdan anî ziman û wiha dewam kir:

Di meha gulanê de bi dehan qehremanên me şehîd bûne. Wekî Rêber Apo jî dibêje, her yek ji wan abîdeyê mirovahiyê bûn. Ew nunerên paşeroja me, îro û pêşeoja me ne. Cewhera jiyana azad, şoreşgerî, cesaret û fedekariyê ne. Hêza ku PKK gihandiye roja me û veguherandiye hêza têk naçe, şehîdên me ne. Ew her tim û her derê çavkaniya bingehîn a hêza me ne.

PKK: Em bi saya şehîdan bûn xwediyê destketiyên îro

PKK’ê anî ziman ku ew wekî tevger hemû tiştê xwe deyndarê şehîdane û got: Em hemû tişan ji wan fêr bûn. Bi wê fêrbûnê em têkkoşiyan û bûn xwediyê destketiyên îro. Em bi saya têkoşîn û fedekariya wan bûn xwediyê her tiştê li ser navê Kurdî, Kurdistan û azadiyê.

PKK’ê bal kişand ser êrişên qirker ên faşîzma AKP-MHP’ê jî û got:
Eger me şehîdan rast fêm bikin û di xeya wan de bimeşin, wê ew bibe têkoşîna rast ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê.

Divê em li ser xeta şehîdan kûr bibin, xwe ji kêmasiyên xwe rizgar bikin, meha gulanê veguherînin meha têkoşîna şoreşgerî ya tijî serkeftin. Eger em wisa bikin, emê karibin lîstikên AKP-MHP’ê bibînin û têkoşîna li dijî wan bi ser bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv