Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Bi têkoşîn jinan re Arjentîn qanûna mafê kurtajê erê kir

 

ARJANTÎNÊ QANÛNA MAFÊ KURTAJÊ ERÊ KIR

Tekoşîn jinên Arjantînê ya 2 salan ji bo qedexeya Kurtajê bi serket.

Senatoya Arjantînê piştî hevdîtinên ji 12 saetî, mafê kurtajê qanûnî kir.

Bi vî rengî Arjantîn bû yekemîn welatê Emerîkaya Latîn ku mafê kurtajê qebûl kir.

BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA JINAN A 2 SALAN BI SER KET

Evder bajarê Buenos Aires e ku paytexta welatê Arjantînê ye.

Ser jimariya vî bajarî 2. milyon. 890 hezar û 151 kese

Buenos Aires piştî Sao Paulo duyemîn bajarê mezin yê Emerîkaya Latîne.

Ji sala 2018’an ve jin li vî bajarî bi desmalên xwe yên kes li qadane.

Di van çalakiyan rêjeyek mezin xwepêşandan beşdar bûn

Çalakger daxwaza mafekî kirin

Ew jî rakirina qedexeya Kurtajê bû.

Her çendî navenda çalakiyan Buenos Aires be lê li seranserî Arjantînê xwepêşandan pêk hatin.

Jinên Arjantînê du salan di hemû werzên salê de li qadan daxwaza mafê xwe anîn ziman.

Di 17’ê Mijdarê de serokdewlete Arjantinê Fernandez ji bo li welet kurtaj serbest bibe pêşniyar qanûn şandibû kongrê.

11’ê Kanûne de jî ev pêşniyar ji aliyê meclîsa jêrîn Arjantinê ve cara 9. hate niqaş kirin û qebûl kirin û ji bo biryar bê erêkirin şandibûn senatoyê.

Pêşnûmeya kurtajê 29’ê Kanûnê ango ji doh ve li Senatoya welêt dihat nîqaş kirin.

Bi hezaran jinên Arjantinê jî ji bo rakirina qedexeya kurtajê li ber Senatoye kom bûn.

Jinên Arjantînê 3’ê rojbû şev û roj li ber avahiya Senetoyê li ser piyan bûn.

Çavê jinan û cîhanê ji doh ve li senetoya vî welatî bû.

Têkoşîna 2 salan a jinên Arjantînî encam da û Qedexeya kurtajê hat rakirin.

Jinên Arjantînê piştî biryarê kêfxweşiya xwe wiha nîşandan.

Arjantîn bi vê dengdanê re bû yekemîn welatê herî mezin ê Emerîkaya Latîn ku mafê Kurtajê qebûl dike.

Li El Salvador, Hondûras, Nîkaragûa û Haîtiyê kurtaj bi temamî qedexe ye.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku qebûlkirina vî mafî li welatekî mezin ê mîna Arjantînê, wê têkoşîna ji bo misogerkirina mafê jinan a li Emerîkaya Latîn bi pêş ve bibe.

Ev tekoşîna jinên Arjantînê ya du salan ji bo jinên cîhanê jî bû bû îlhama serkeftineke dîrokî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv