Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bûroya hûqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têrê nake. Divê sîstema Imraliyê were bidawîkirin

 

Rêber Apo bi tecrîdeke giran a li ti devera cîhanê nehatî dîtin ve rû bi rû ye.

Dewleta Tirk her roja ku diçe vê tecrîdê girantir dike.

Ji 27’ê Nîsanê ve ti agahî jê nayê girtin û rewşa Rêber Apo nayê zanîn.

Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê-CPT’ê doh têkildarî binpêkirina dewleta Tirk raporek amade kiribû..

Komîteyê eşkere kiribû ku Ocalan û girtiyên li Îmraliyê di bin teccrîdê de ne..

Têkildarî rapora CPT Bûroya Huqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, rapora CPT ne têrker e… Divê Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê were bidawîkirin.

Bûroya Huqûqê ya Sedsalê derheqê rapora CPT de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku her çiqasî CPT bi tirs û kêmasî rapor eşkere kiribe jî ji bo piştrastkirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê girîng e.

Di daxuyaniya parêzerên Rêber Apo de wiha hat gotin:

Rapor li ser gelek sernavan, daneyên gelek ciddî têkildarî pêkanînên li zindanan radixe berçavan.

Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê îro weke Rêjîma Girankirina Ceza ya Înfazê tê binavkirin û bûye sîstemeke cezayê giştî.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û CPTyê beriya niha daxwaz kiribûn, ku dawî li vê pêkanîna ceza were anîn, ku qedexeya êşkenceyê binpê dike.

Bûroya Huqûqê ya Sedsalê bal kişand ser wê yekê, ku rewşa li Îmraliyê ji aliyê CPT ve nayê qebûlkirin.

Daxwaza bidawîkirina tecrîdê ya CPTyê girîng e.

Lê divê CPT ji bîr neke, ku saziyeke huqûqa mafê mirovan e, ne huqûqa dewletan.

Ji ber vê yekê timî xweserbûn û pozisyona xwe ya di ser dewletan re îhmal dike.

Ji ber ku tenê erkeke CPT heye; ew jî rê li ber girtina êşkenceyê ye.

Mixabin CPT tenê dibêje, pêkanîn û rêjîma înfazê dij-huqûqî ne û bi ricakirinê li çareyê digere.

Parêzerên Rêber Apo destnîşan kirin, ku heq û erka CPT heye dewleta peymana wê binpê dike teşhîr bike û gotin, lê mixabin CPT vê erkê û heqê xwe bi cih nayîne.

Di daxuyaniya Bûroya Huqûqê ya Sedsalê de hat destnîşankirin, ku rapora CPT careke din Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê raxistiye berçavan û hat gotin:

Di tecrîda heyî de tenê serdan û rapor têrê nakin.

Bêhuqûqî û keyfiyet li zindana Îmraliyê her ku diçe zêdetir dibe.

Ji ber vê yekê, di serî de CPT em bang li tevahiya saziyên mafê mirovan ên navneteweyî dikin, ku ji bo bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê xwedî hewldaneke bi bandor û berpirsiyar bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv