Bûyernameya dagirkirina Serekaniyê û Girê Spî
1- Di Tebaxa 2019’an de Amerîka û QSD’ê peymanek çêkirin û ji bo dawî li gefên Erdogan were anîn hêzên xwe ji ser sînor vekişandin.
2- Di meha Îlonê de Erdogan çû Amerîkayê û di civîna Netewên Yekbûyî de nexşeya dagirkeriyê nîşan da.
3- Di Cotmehê de fermandar û wezîrên Tirk civînek çêkirin û li ser dagirkeriyê plana xwe amade kirin.
4- Di 7’ê Cotmehê de Amerîkayê ragihand ku wê Dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî têkeve nava tevgerê, lewma jî ewê leşkerên xwe vekşînin.
5- Artêşa Tirk û çeteyên Erdogan di 9’ê Cotmehê de bi balafirên şer êriş birin ser Serêkaniyê û Girê Spî.
6- Êrişên dagirkeriyê li Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Dirbêsiyê, Kobanê, Tirbespiyê, Minbic û Til Temirê jî pêk hatin.
7- Çeteyên dewleta dagirker a Tirk, li ser riya Til Temirê Hevseroka Partiya Paşerojê ya Sûrî Hevrîn Xelef qetil kirin.
8- Çekên qedexekirî jî di navê de çekên fosforê li dijî gel û şervanan hatin bikaranîn.
9- Dewleta Tirk ji bo êrişên xwe rewa nîşan bide li serxetê ango li Nisêbîn, Qoser, Cizîr, Pirsûs, Serêkaniyê, Kaniya Xezalan û Birecûgê zêdetirî 30 welatiyên sivîl qetil kir.
10- Berxwedana li dijî dagirkeriyê li qada navneteweyî deng veda û bi dehan welatên Ewrûpayê diyarkirin ku ew êdî nema sîlehan difroşin Tirkiyê.
11- Senatoya Amerîkayê heman wextî nerazîbûn nîşanî serokê welatê xwe Donald Trump da û got divê ev dagirkerî were sekinandin.
12- Ji ber nerazîbûnan Amerîkayê heyetek şand Enqerê û ji bo agirbestê peymanek çêkirin.
13- Şervanên QSD’ê li gorî peymanê xwe ji Serêkaniyê û Girê Spî vekişandin.
14- Artêşa Tirk di dema êrişan de jî li Serêkaniyê û Girê Spî 478 kesên sivîl qetil kirin.
15- Ji ber êrişên Dewleta Tirk 300 hezar kes ji cih û warên xwe bûn.