7 C
Amed
2 Nisan 2020
Sterk TV – zindi, canli, live, kurdî, kurmancî, soranî, zazakî, dimilkî, hewramanî, zindî, Kurdistan
Nûçe Sîyasî

C. Bayik: Divê gelê Şengalê li dijî xayinên di nava xwe de têbikoşe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk, di dewama bernameyê de, êrişa li Şengalê jî nirxand û got;

Xelkê Şengalê divê li dijî xayînên di nava xwe de têbikoşe.

Cemîl Bayik, diyar kir ku gerîla bi berxwedana xwe, sîstema faşîst a ku AKP/MHP dixwaze li ser Kurdan ava bike, pûç dike.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:

XELKÊ ŞENGALÊ DIVÊ LI DIJÎ XAYÎNÊN DI NAV XWE DE TÊBIKOŞE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, êrişa dawî ku li şengalê hat kirin nirxand û êriş wekî berdewamiya êrişên DAIŞ’ê destnîşan kir.

 

Li dijî van êrişan Cemîl Bayik xelkê Şengalê hişyar kir û got; Divê li dijî xayînên nav xwe têbikoşin.

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku xelkê Êzidî dikare bi tifaqa xwe êrişên dagirkeran pûç bike.

 

Her wiha parastina xelkê Êzidî erka hemû Kurda ye.

 

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:

BERXWEDANA GERÎLA SÎSTEMA ERDOGAN-BAHÇELÎ PÛÇ DIKE

Cemîl Bayik, berxwedana gel û gerîla ya li dijî faşîzmê jî nirxand û got; gerîla wê sîstema faşîst ku AKP/MHP dixwaze li ser Kurdan ava bike têk bibe.

Cemîl Bayik, civînên di navbera Rûsya-Tirkiye û DYA-Tirkiyê de jî nirxand û got; Hevdîtinên wan hemû li ser dijayetiya Kurdan pêk tên.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê di vê mijarê de hişyarî da gelê Kurd û got; divê gelê me li dijî van hevdîtinan hişyar be, di hevdîtinan de biryarên li dijî Kurdan têne girtin.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:

KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ LI DIJÎ AKP-MHP’Ê DIVÊ TIFAQA XWE XURT BIKIN

Cemîl Bayik li dijî krîza siyasî, civakî û aborî ya Tirkiyê jî got; Faşîzm êrişê exlaqê civakê dike.

Li Kurdistanê, destavêtin, fihûş û madeyên hişbir pêş dixe û bi vê dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne.

Cemîl Bayik, di vê çerçoveyê de êrişên li dijî zimanê Kurdî jî nirxand û bal kişand ser xebatên ji bo ziman.

Hevserokê Konseya Rêveber xwest ku gelê KUrd li zimanê xwe xwedî derkeve.

 

Ev jî hatin dîtin

Pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî wêraniya sermayedariyê û rêyên çareserîyê-1

Stêrk Tv

Bernameya Taybet Weşana Newrozê

Stêrk Tv

Serokê KKP Sînan Çiftyûrek: Em neçarin bibin bersiva gelê xwe

Stêrk Tv

Leşkerên Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ser sînor 447 koçber kuştin

Stêrk Tv

Li girtigehên Tirkiyê xeteriyên li ser girtiyan zêde dibin

Stêrk Tv

Li Başûr bi hinceta Virûsa Koronayê hikûmet mûçeyan nadin

Stêrk Tv