Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya birçîbûnê ya girtiyên azadiyê 45 roj li pey xwe hişt 10.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEM AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN ÎRO DI ROJA 45’AN DE BÛ

Girtiyên PKK û PAJK’î yên di zîndanên dewleta tirk de, ji 27’ê Mijdarê ve ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Koma 9’an li zîndanan çalakî dewr girtiye û 45 roj li pey xwe hiştin.

Berxwedêran bi rêya malbat û parêzerên xwe destnîşan kirin, ku wê heta azadiya Rêberê xwe çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.

Li gelek zîndanan rayedarên dewleta tirk ji bo şikandina îradeya berxwedêran zextên xwe zêdetir kirine.

Li gel zext û êşkenceyan jî berxwedêr peyama xurtkirina têkoşînê didin û dixwazin gel berxwedanê mezin bike.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
MALBATÊN BERXWEDÊRAN: DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE, DIVÊ SEROK AZAD BE

Li zîndanan berxwedan û li der ve jî piştgirî dewam dike.

Malbatên berxwedêran yên li herêma Şirnexê destekê didin berxwedanê.

Malbat dibêjin; “Zarokên me ji bo daxwaza wan bi cih were çalakî li dar xistin. Divê em bibin dengê girtiyan û dengê zarokên xwe.”

Nermiye Îvendî dayîka Botan Îvendî yê li zîndana Amedê û Abdurrahman Îvendî yê li zîndana navçeya Agirî Panosê ye.

Dibêje, ez jî dixwazim Serok azad bibe.

Dayika bi navê Saniya Danerî ku kurê wê Lokman Danerî 11 sal in girtî ye û 40 sal ceza lê hatiye birîn jî wiha dewam dike: Em dixwazin daxwaza zarokên me were qebûlkirin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 24’AN DE YE

Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştarê tê birêvebirin, bi koma 12’an di roja 24’an de dewam kir.

Li ser navê şêniyên wargehê Hisên Çelê axivî û wiha got:

Emê weke şêniyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî heta nefesa xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin.

Çalakger Qutbedîn Amed jî got: Heta serketinê, em ê çalakiyên xwe bidomînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv