Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya Dem Dema Azadiyê li Strabourgê bi pêşengiya jinan pêkhat

 

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê 12’ê Cotmehê bi daxwaza azadiya Rêber APO ji ber Konseya Ewrûpa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Vê heftiyê aktivîstên Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê çalakî birêve birin..

Aktivîstên jin tevahiya hefteyê bi semîner meş û hevdîtinan balkişandin ser tecrîdkirina rêber APO.

Lê ji ber ku di dawiya heftiyê de Konseya Ewrûpa girtiye du roj navber hat dayîn.

Roja Duşemê wê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyê dewr bigirin.

Roja 12’ê Cotmehê li bajarê Fransa Strasboûrgê bi ‘Pêngava Dem Dema Azadiyê’ ye çalakiya rûniştinê hat destpêkirin.

Hefteya destpêkê nûnerên partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî beşdarî çalakiya li ber avahiya Konseya Ewrûpayê bûn.

Di hefteya duyemîn de jî Aktivîstên Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpayê çalakî dewrgirtin.

Jinan di peyma xwe de kişandin ser girîngiya beşdariyeke xurt a li Pêngava Dem Dema Azadiyê ye.

Jinan di nava 5 rojan de gelek semîner li darxistin û li ser têkoşîna hevpar a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê nîqaş kirin.

Her wiha bi belavkirina broşur û belavokan bal kişandin ser girîngiya azadiya rêber APO.

Dîsa dosyaya ku derbarê tecrîd û pergala Îmraliyê amadekiribûn pêşkêşî nûnertiyên welatên endamên Konseya Ewropayê kirin.

Di çarçoveya çalakiyê de her wiha meş û bîranînên jî cangoriyên azadiyê hatin organîzê kirin.

Jin îro li ber avahiya Konseya Ewrûpayê kom bûn û bi sloganan dengê xwe gihandin rayedaran.

Xelkê Ermenî yên êrişkariya dewleta Tirk protestodikirin jî destek dan çalakgeran..

Ji ber ku di dawiya hefteyê de Konseya Ewropa girtiye, Kurdistaniyan ji bo 2 rojan navber dan çalakiya xwe.

Ji roja Duşemê şûn de wê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyê dewr bigrin.

Ev çalakî wê heta 31’ê Cotmehê bideme..

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv