ŞENGALÎ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVIN
ÇALAKIYA “EM HEMÛ ASAYIŞ IN” DI ROJA 39’AN DE YE
Welatiyên Şengalê 39 roj in dijî peymana PDK, Bexda û dewleta Tirk li li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.
Şengalî bi girseyî serdana konê vedane dikin û ji bo xweseriya Şengalê bê qebûlkirin, bang li rêvebiriya Iraqê û Neteweyî Yekbûyî dikin.
Ji welatiyê Silêman Xelef fermanên ku dîrokê hatine serê Êzdiyan bi bîr xistin û got:
Ew bi rêxistinbûn û rêveberiya xweser dikare rê li ber feran bigirin.
Welatıyê binavê Mirad Simoqî jî bang li Civaka Êzidî a derveyî Şengalê kir da ku li derdora rêxistina xwe kom bibin.
Hevserokê Meclisa Digurê Hecî Mîro têkildarî planên li ser Şengalê wiha axivî.
Civaka Êzidî piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an xwe ji bi rêxistin kirin û ji hemû milan ve sazî û rêxisitnên xwe ava kirin.
Lê bi peymana 9’ê Cotmehê re di serî de PDK, dewleta Tirk û Iraqê dest bi planên înkarkirina îradeya gelê Êzidî kirin.
Civaka Êzidî jî bi berxwedana xwe diyar dike ku ew ê ji bilî xweseriya Şengalê ew tu riyên din qebûlnekin.