ŞENGALÎ DI BERXWEDANA XWE DE BI ISRAR IN
ÇALAKIYA GELÊ ŞENGALÊ DI ROJA XWE YA 66’AN DE DEWAM DIKE
Xelkê Şengalê ji bo balê bikşîne ser peymana di nevbera PDK û Bexdayê de hatiye îmzekirin ev 66 roj di çalakiyê de ye.
Çalakiya ku li pêşiya avahiya Asayişa Êzidxanê hatiye destpêkirin bi hemû girîngiya xwe ve dewam dike.
Gelê Şengalê yên serdana konê çalakiyê dikin ji aliyên peywendîdar daxwaz dikin ku peyman rojekê beriya rojekê bê betalkirin.
Çalakiya ku bi dirûşma “Em Hemû Asayiş in” bi pêşengiya endamên meclîs û saz saziyên Şengalê dewam dike.