Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 46’an de berdewam dike 11.01.2021

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
ÇALAKIYA GREVÊ YA LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK DI ROJA 46’AN DE YE

Ji bo azadî û serbestiya rêber APO li tevahiya zindanên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke mezin heye.

Bi hezaran girtiyên azadiyê di nava vê berxwedanê de cihê xwe digirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger 46 roj li pey xwe hiştin.

Koma 10’an çalakî dewr girt.

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
XEZAL POLAT: EM BI DAXWAZÊN ZAROKÊN XWE RE NE

Yek ji berxwedêrê ku di koma 4’an de beşdarî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ bûye Kemal Polat e.

Kemal Polat ê li zîndana Amedê ya Tîpa D’yê tê girtin.

Di berxwedana 2018 û 2019’an de tam 120 rojan di greva birçîbûnê de maye.

Diya wî Xezal Polat dibêje, em li pey daxwazên zarokên xwe ne û vê bangê dike.

ÇALAKGERA SALA 2019’AN SEVÎCAN YAŞAR
“GIRTIYAN JI BO JIYANÊ, MIRIN DANE BER ÇAVÊN XWE”

Yek ji çalakgera sala 2019’an Sevîcan Yaşar jî têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê ji ajansa nûçeyan a Firatê ANF’rê axivî.

Sevîcan Yaşar da zanîn ku girtiyan ji bo jiyanê, mirin daye berçavan û wiha got.

Girtî di nava çert û mercên pir zahmet de li ber xwe didin.

Têkoşîna wan ji bo tevahiya mirovahiyê ye..

Ji ber vê divê, ji derve xebat û destekeke mezin ji bo wan were raberkirin.

PARLEMENTERÊ HDP’Ê MÛRAT ÇEPNÎ
“DIVÊ HERKES LI DAXWAZÊN GIRTIYAN XWEDÎ DERKEVE”

Parlementerê HDP’ê Mûrat Çepnî jî tecrîdkirina rêber APO wek astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyê nirxand.

Mûrat Çepnî îşaret bi berxwedana gelê Kurd a li dijî faşîzmê kir û wiha got:

Daxwazên girtiyan rewa ne..

Heya ku tecrîda li dijî birêz Ocalan bi dawî nebe, wê welat hertim wek girtîgeheke ser vekirî be.

Divê hemû kes xwedî daxwazên girtiyan derkevin.

Ji bilî vê tu şansekî din tuneye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv