Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya girtiyên azadiyê 40 roj li pey xwe hiştin 05.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 40 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN

Girtiyên PKK û PAJK’ê ji 27’ê Mijdarê ve ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Koma 8’an li zîndanan çalakî dewr girtiye û 40 roj li pey xwe hiştin.

Girtiyan bi rêya malbata xwe ragihandin, ku heta encamekê bi dest bixin, ewê çalakiya xwe bidomînin.

“DEM DEMA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE”
GIRTIYÊN MLKP’Ê WÊ 7’Ê ÇILEYÊ BIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Girtiyên ji doza MLKP’ê jî bi rêya malbatên xwe peyama piştgriyê dan.

Girtiyan diyar kirin ji bo piştgiriya çalakiyê ew ê 7’ê Çilê û şûnde ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.

Li sernavê girtiyên MLKP’ê Zeyneb Yeter û Denîz Aytaç ev peyam dan.

Em bi hêvî ne ku wê polîtîkayên tecîd û zextê rejîma faşîst bi berxwedana yekbûyî têk biçin.

JI BO PIŞTGIRIYA GIRTIYAN LI PÊŞIYA ZINDANA BAKIRKOYÊ ÇALAKÎ
“ASTENGIYA LI PÊŞIYA AŞTÎ Û ARAMIYÊ TECRÎDKIRINA BIRÊZ OCALAN E”

Ji bo xwedîderketina li dilên azadiyê çalakiyek jî li pêşiya zîndana Bakirkoyê ya jinan pêk hat.

Polîsan xwest çalakiyê asteng bike.

Lê belê gel bi siloganên ‘Bijî berxwedana zîndanan, girtiyên siyasî rûmete me ne’bersiv dan polîsan.

Paşê li ser navê çalakgeran parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum daxuyaniyek da.

Zuleyha Gulum da zanîn ku bi tecrîdkirina birêz Ocalan re tevahiya civak hatiye tecrîdkirin û wiha got.

Bi qedera vî welatî neleyîzin.

Tecrîdkirina birêz Ocalan yek ji astengiyên herî mezin ê li pêşiya aştî û aramiyê ye.

Divê tavilê tecrîd were rakirin.

Rayedarên dewletê ji rûmet û mafên girtiyan re rêzê bigirin û daxwazên wan qebûl bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv