Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya girtiyên azadiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja xwe ya 52’an de berdewam dike 17.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ZÊDETIRÎ 100 ZÎNDANÎ ROJA 52’YAN A BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ

Girtiyên azadiyê yên PKK û PAJK’î li zîndanên dewleta tirk a dagirker ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di têkoşîna xwe de bi israr û xwedî biryar in.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî û bêdem, li zêdetirî 100 zîndanî bi koma 11’an 52 roj li pey xwe hiştin.

Dîlên azadiyê dema bi malbat û parêzerên xwe re diaxivin, hevdîtinan dikin û nameyan dişînin, biryardariya xwe radigihînin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
MIHEMED ÎNAL: DIVÊ GELÊ ME YÊ BAKUR RABE SER PIYAN

Yek ji wan jî nivîskarê girtî Mihemed Înal ê li zîndana Kandira Tîpa F hejmar 1 e.

Mihemed Înal bi rêya malbata xwe ev peyam dan:

Heke armanca berxwedana me azadî, azadiya gel û Rêbertiyê be, divê têkoşîna me jî li gorî wê be.

Zîndan li ber xwe didin, gelê me li Ewropayê li ber xwe dide, mirovên li Afrîkaya Başûr li ber xwe didin.

Li her derê kampanya tên birêvebirin…

Bes, ya bingehîn berxwedana gelê me yê li Bakurê Kurdistanê ye.

Divê gelê me rabe ser piyan û dest bi berxwedanê bike.

Bi taybetî jî divê ciwanên me xwedî li pêngavê û berxwedana me derkevin.

Helbet wê zîndan jî li ber xwe bidin û li qadên azad gerîla jî.

Bes, azadî azadiya gel e… Heke gel bi qasî tê xwestin li azadiya xwe xwedî dernekeve, wê kampanyayên li derveyî welêt jî negihin armanca xwe ya pêwîst.

Dijmin di dema xwe ya herî qels de ye.

Divê were zanîn, ku em jî di dema xwe ya herî xurt de ne.

Divê em di ferqa vê yekê de bin… Heke bi bawerî û vê hizrê têkoşîna xwe bidomînin, serketin wê ya me be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv