Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya greva birçîbûnê ya dîlên azadiyê 39 roj li pey xwe hiştin 04.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA DÎLÊN AZADIYÊ 39 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN

Bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo, hevrêyên wî li zîndanên dewleta Tirk a dagirker dîsa bi rola xwe ya berxwedêriyê radibin.

27’ê Mijdara 2020’an di şert û mercên faşîzmê de li zîndanan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî û bêdem kirin.

Koma 8’an çalakiya ku 39 roj li pey xwe hişt didomîne.

Piştî ku çalakî hat ragihandin, rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî dîlên azadiyê zext û faşîzma heyî zêdetir kir.

Ji zîndana Gebze ya Jinan a girtî dîla azadiyê Hatîce A. ragihand, ku 27’ê Mijdara 2020’an bi ser qawîşên wan de girtine.

Hatîce A. ev agahî dan:

Bi qasî 20-30 kesan avêt ser qawîşan.

Bê maske bûn û bi heman lepikan lêgerîn kirin.

Bi wan destên xistin nava sergoyê li ser me jî geriyan, heta destê xwe xistin nav bincilên me.

Em niha nizanin, ka em bi vîrusê ketine an na.

Dest danîn ser tevahiya kar û xebata me ya nivîskî, defterek tenê jî nehiştin-

Hatîce A. got, li derve bi hezaran jinên berxwedêr hene û em dizanin wê dengê me bidin bihîstin.

Çi bikin jî wê nikaribin bi me bidin jibîrkirin û wê ti carî hêrsa me kêm nebe.

FAŞÎZMA LI ZÎNDANÊN DAGIRKERIYA TIRK
DAYÎKA EV DU SAL IN KURÊ XWE NEDÎTÎ: EZ JÎ DI ZÎNDANÊ DE ME

Hamza Arzuman ê 23 salî jî 2015’an li navçeya Şirnexê Silopya di berxwedana xwerêveberiyê de hatiye girtin û 36 sal cezayê zîndanê lê hatiye birîn.

Dayîka wî Bediye Arzuman dibêje, ev 2 sal e min kurê xwe nedîtiye, bi wî re ez jî di zîndanê de me.

Bediye Arzuman dibêje, tenê dixwazim kurê min ji wir were derxistin.

FAŞÎZMA LI ZÎNDANÊN DAGIRKERIYA TIRK
MALBATÊN GIRTIYAN: EM XWEDÎ LI ÇALAKIYA ZAROKÊN XWE DERKEVIN

Malbatên girtiyên bi navê Selman Çetîner ê li zîndana Kandira Tîpa F Hejmar 1, Îdrîs Degirmencî yê li zîndana Tarsûsê Tîpa T hejmar 1 jî banga xwedîderketina li çalakiya zarokên xwe kirin.

Birayê Selman, Îsa Çetîner got, dewleta Tirk li ber çavê dinyayê hemûyî sûc dike.

Divê tecrîda li dijî Ocalan were bidawîkirin.

Em jî xwedî daxwazên girtiyanin û divê werin bicihanîn.

Xwişka Îdris Kezban Dal jî got, tecrîda li dijî Rêber Apo li dijî her kesî tê kirin.

Divê êdî were bidawîkirin.

Em Kurd in û heta dawî emê li pey heqê xwe bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv