Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya greva birçîbûnê ya dîlên azadiyê 41 roj li pey xwe hişt 06.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA DÎLÊN AZADIYÊ 41 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN

Bi daxwaza azadiya Rêber Apo ev 41 roj in ku dîlên azadiyê di şert û mercên faşîzmê de li zîndanên dewleta Tirk a dagirker dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî û bêdem kirine.

Koma 9’an çalakiya grevê dewr girt.

Yek ji berxwedêran jî Nurcan Aslan a li zîndana Tarsûsê ye.

Nûrcan hê di zarokatiya xwe de ango 16 salî li Nisêbînê tê girtin.

Dewleta Tirk 21 sal cezayê girtîgehê li jina ciwan biriye.

Dayika Nurcan, Muzeyen Aslan peyama keça xwe ragihand û wiha got.

Moralê keça min baş bû.

Ji min re got:

Em di pêngava xwe ya “Dem Dema Azadiyê” de nabêjin, emê tecrîdê bişkînin. Em dibêjin em ê rêbertiyê azad bikin.

Bê guman wê daxwaza wan bi ser kevin.

Lê divê em jî weke malbat, em weke kurd deng bidin dengê wan.

Di vê navberê de piştî ku çalakî hat ragihandin, rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî dîlên azadiyê zext û faşîzma heyî zêdetir kir.

Girtiyê bi navê Mazlum Demîr ji malbata xwe re ragihand ku rêveberiya zîndana Amedê girtiyên DAIŞ’ê xistine beşa wan.

Bavê Mazlum, Saît Demîr têkildarî mijarê agahî dan û ji parazvanên mafên mirovan xwest ku li dijî vê yekê dengê xwebilind bikin.

Ji bo desteka çalakgerên greva birçîbûnê komeleya piştgirî û piştevaniyê ya malbatên girtiyan TUAY-DER’ê jî li Amedê daxuyaniyek da.

Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Emîn Guzel daxuyanî xwede û wiha got.

Tecrîd, di hiqûqa netewî û navnetewî de binpêkirina mafan e.

Em rewşa çalakgerên li zîndana ji nêz ve dişopînin û ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin di nava lêgerînê de ne.

Divê herkes li çalakgeran xwedî derkeve û dengê li zîndanan derketiye bilind bike.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Ji bo xwedîderketina li dîlên azadiyê bangek jî ji nivîskar û siyasetmedar Fûat Kav e gelek caran di çalakiyên grevê de cih girtiye hat.

Fûat Kav îşaret bi berxwedana dîlên azadiyê dike û dibêje, heke civak mil bide girtiyan û xeteke têkoşînê saz bike wê encam zûtir bên girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv