PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI ZÎNDANAN DI ROJA 48’AN DE YE
Di çarçoveya Pêngava Dem Dema Azadiyê de girtiyên azadiyê ev 48 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.
Firat Darî yê ku li zindana Tokatê ya Tîpa T’yê tê ragirtin yek ji wan çalakgerane û ji ber ku dayika xwe re bi kurdî axiviye rayedarên zîndanê cezayê qedexeya mehek telefonê lê birîn.
Li hemberî vê Firat Darî destnîşan kir ku rejîm bi zextên xwe wê nikaribe berxwedana wan bişkîne û banga piştgiriyê kir.