Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya greva birçîbûnê ya li zîndanan di roja 54’an de ye 19.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI ZÎNDANAN DI ROJA 54’AN DE YE

Li zîndanên dewleta Tirk a dagirker ji bo azadiya rêber APO berxwedaneke mezin heye.

Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema Azadiyê’ de girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ev 54 rojin di greva birçîbûnê de ne..

Koma 11’an çalakiya li zîndanan birêve dibe..

Rêjîma Tirk bi êriş û zextan hewl dide pêşî li biryardariya girtiyan bigre..

Hefteya borî xizmên girtiya bi navê Reyhan Çoşmuşlu ya li zîndan Jinan a Bakirkoyê tê girtin serdana wê kirin û jêre çar pirtûk birin.

Lê ji ber ku pirtûk bi Kurdî bûn, rêveberiya zîndanê dest danî ser wan.

Rêvebera komeleya piştevanî û alîkariya malbatên girtiyên Marmarayê Fatma Akaltun nerazîbûn nîşanî rêveberiya zîndanê da.

Fatma Akaltun îşaret bi çalakiya greva birçîbûnê jî kir û banga mezinkirina piştgiriya bi berxwedana girtiyên azadiyê re li her kesî kir

Malbatên girtiyên azadiyê jî her roj bang dikin ku piştgirî ji bo berxwedana zarokên wan zêde bibe.

Girtiyê azadiyê Abdulmecît Aslan di sala 2012’an de 68’an di grevê de mabû.

Ji ber zerar li bedana wî bû, piştî bi salekê şehîd bû.

Diya wî Maşallah Işik Aslan dibêje ji bo ji zîndanan cenaze dernekevin, divê em dengê xwe bilind bikin.

Endama meclîsa dayika Aştiyê Vetha Kaçar dibêje, divê tavilê tecrîd were rakirin û daxwazên girtiyan werin qebûlkirin

Her wiha bang li civakê jî ku bi berpirsiyariya xwe rabin û piştgirî bidin berxwedana girtiyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv