Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên DawîRojeva Jin

Çalakiya jinan ji bo darizandina Erdogan li Parîsê hat lidarxistin

 

Li paytexta Fransa Parîsê di çarçoveya kampanya ‘ Ji bo darizandina Dîktetorekî ‘100 sedem’ çalakiyek hate kirin.

Li aliyê din tevgera jinên Kurd a Fransa bi daxuyaniyekê kuştina Yasemîn Çetîndag şermezar kir û li dijî kuştina jinan banga têkoşînê kir

25ê Mijdarê tevgera jinên Kurd a Ewrûpayê kampanya “Ji bo darizandina dîktatorekî sed-sedem dabû destpêkirin.

Yek ji sedema darizandina dîktator Erdogan jî qetilkirina yek ji damezrînerên PKKê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9ê Çileya 2013an li Parîsê ye.

Tevgera jinên Kurd a Fransayê di çarçoveya kampanyayê de li Eyfelê çalakî pêk anîn.

Li vir li ser navê TJK-Fransa Bêrîvan Firat axivî û her sê jinên şoreşger bîranîn û diyar kirin ku ji ber komkujiya Parîsê divê erdogan bê darizandin.

Bêrîvan Firat ji bo meşa ku wê 6-9’ê Çileyê li Parîsê ji bo bîranîna sê jinên şoreşger pêk were jî banga tevlîbûnê kir.

LI STRASBOURGÊ KUŞTINA YASEMÎN ÇETÎNDAG
TJK-FRANSA LI DIJÎ KUŞTINA JINAN BANGA TÊKOŞÎNÊ KIR

23ê Kanûnê li bajarê Fransa Strasboûrgê, dayika çar zarokan Yasemîn Çetîndag a 25 salî, ji aliyê mêrê bi navê Savaş Ozûyanik ve hatibû kuştin.

Tevgera Jinên Kurd a Fransa qetilkirina Yasemîn Çetîndag bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku kuştina jinê êdî gihiştiye asta qirkirina zayendî û hat gotin,

Têkoşîna rêxistinbûyî ji bo jinan êdî ji nan û avê jî girîngtir e.”

Em bang li tevahiya civakê dikin ku li ber kuştina jinan rabin ser piyan

Ev jî hatin dîtin

18:00 Rojeva Jin

Stêrk Tv

18:00 Rojeva

Stêrk Tv

18:00 Rojeva Jin

Stêrk Tv

18:00 Rojeva Jin

Stêrk Tv

19:00 Rojeva Jin

Stêrk Tv

19:00 Rojeva Jin

Stêrk Tv