BERXWEDANA LI ŞENGALÊ
“JI BO XWESERÎ Û ÎRADEYA XWE HETA DAWÎ EM Ê LI BER XWE BIDIN”
Çalakiya xelkê Şengalê bi armanca destek dayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 40’an didome.
Çalakî di bin dirûşma “Em hemû asayîş in” tê birêvebirin.
Xelkê şengalê jî kom bi kom serdana çalakgeran dike û peyamên domandina berxwedanê dide.
Endama Meclîsa Jinan Emîne Hecî da zanîn hebûna civaka Êzidî asayişa Êzidxanê ye.