ÇALAKIYA “EM HEMÛ ASAYIŞ IN”
GELÊ ŞENGALÊ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVE
Welatiyên Şengalê li dijî peymana di navbera PDK û Bexdayê ya li ser Şengalê hatî îmzekirin bê navber çalakiya xwe didomînin.
Çalakiya kon vedanê ya li pêşiya avahiya Asayişa Êzidxanê hat destpêkirin di roja xwe ya 88’an de dewam dike.
Çalakiya li dijî polîtikayên înkarê, bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve tê rêvebirin.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.
Şengalî dibêjin heya daxwazên neyên qebulkirin wê devji çalakiyên xwe bernedin.