PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI ZÎNDANAN 73 ROJ A LI MEXMÛRÊ 52 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, girtiyên azadiyê li zîndanên dewleta Tirk a dagirker bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye rabûne.
27’ê Mijdara 2020’an girtiyên azadiyê li zîndanan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî û bêdem kirin.
Çalakiya girtiyan bi koma 15an 73 roj li pey xwe hiştin.
Bi heman armancê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî çalakî heye.
Bi pêşengiya Meclîsa Îştarê çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî tê birêvebirin.
Çalakî herî dawî ji aliyê koma 26an ve hatibû dewrgirtin û 52 roj li pey xwe hiştin.