PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI ZÎNDANAN DI ROJA 69’AN DE YE
Girtiyên PKK û PAJK’ê li zindanen dewleta Tirk li dijî tecrîdkirina Rêber Apo di nava berxwedane de ne.
Çalakiya girtiyen azadiye ji aliye koma 14’an ve di roja 69 de didome.
Bi pêngava Dem dema azadiyê ye li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 48an de ye.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI LAVRÎO KOMA 7’AN DI ROJA 31’Ê DE ÇALAKÎ DEWR GIRT
Ev der jî kampa penaberan a Lavrîo ya Yûnanistanê ye.
Penaberên Kurd ên li vê kampê jî bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye rabûne.
Çalakî îro ji aliyê koma 7’an ve hat dewrgirtin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
TEVÎ FAŞÎZMA POLÎSAN DENGÊ DAYÎKAN LI AMEDÊ BILIND BÛ
Li Amedê jî Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi heman pêngavê di dewrê de bû.
Ciwanan wê daxuyanî li Parka Koşuyolu bidana, lê polîsên rêjîma faşîst dor li qadê girtin.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ewê li hemberî vê faşîzmê têkoşîna xwe mezin bikin û got, em ê rêjîma AKP-MHP’ê di tirsa wan de bifetisînin.