Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya mertalên zindî li Şengalê di roja seyemîn de berdewam dike 28.11.2020

 

Çalakiya Mertalên Zindî di roja sêyemîn de berdewam dike. Îro jî rêveberên PADÊ, TAJÊ û Meclîsa Serdeştê serdana çalakvanan kir û piştgirî da wan.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) 26’ê Mijdarê dijî peymana ser Şengalê li devera Amud a Çiyayê Şengalê çadir vegirtibû û çalakiya Mertalên Zindî dabû destpêkirin.

 

Çalakiya ciwanan di roja sêyemîn de bi serdanên piştgiriyê berdewam dike.

Rêveberên PADÊ, TAJÊ û Meclîsa Herêma Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê îro di saetên serê sibehê de serdana Mertalên Zindî kirin.

Rêveberên saziyan ji aliyê çalakvanan ve li ber çadira çalakiyê hatin pêşwazîkirin.

Rêveberên saziyan di serdanê de çalakiya ciwanan pîroz kir û piştgiriya xwe ji bo wan anîn ziman.

Duh jî di saetên êvarê de Fermandarê YBŞ’ê Dijwar Feqîr serdana çadira Mertalên Zindî kiribû û desteka xwe nîşan dabû.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv