PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA LI STRASBÛRGÊ JI ALIYÊ CIWANAN VE HAT DEWRGIRTIN
12ê Cotmehê li bajarê Fransa Strasbûrgê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de li ber konseya Ewrûpa çalakiya rûniştinê destpêkir.
Hefteya borî çalakî ji aliyê tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê ve hat rêvebirin.
Doh jî tevgera ciwanên şoreşger çalakiya rûniştinê bi daxuyaniyekê dewr girtin.
Ciwan wê 5 rojan belavokên derbarê fikir û ramanên rêber Apo de belav bikin
û dosyayan radestî saziyên girêdayî konseya Ewrûpa bikin.