Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya Fedayî ya gerîlaya YJA-Starê Sema Koçer

 

FERMANDARIYA YJA-STAR: SEMA KOÇER FERMANDAR Û XETA SERDEMA NÛ YE

Beriya bi du rojan li Bazîdê gerîlaya YJA-STAR’ê Sema Koçer çalakiyek canbexşane pêk anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê bi daxuyaniyekê gerîlaya Sema Koçer bi bîr anî.

YJA-STAR’ê got, Sema fermandar û xeta serdema nû ye.

Hêjayî gotinêye, di vê çalakiya gerîlaya YJA-Starê Sema Koçer a canbexşane de 5 wesaîtên eskerî hatibûn îmhakirin û bi kêmanî 30 eskerên artşa Tirk a dagirker hatibûn kuştin..

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, têkildarî Sema Koçer ku li Bazîdê çalakiya fedayî kir daxuyaniyek weşand.

YJA-STAR’ê got ew di serî de ji bo malbata hevala xwe Sema Koçer ku di xeta Zîlan de bû fedayî û ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

YJA-STAR’ê anî ziman ku heta hevalên fedayî mîna Sema Koçer hebin wê ev dijmin ti carî bi ser nekeve û wiha got;

“Hevala Sema Koçer bi sekna xwe, bi kesayetiya xwe, bi tevlîbûn, jiyan, hevaltî û çalakiya xwe bû fermandara şerê gel ê şoreşgerî. Sema Koçer fermandar û xeta serdema nû ya YJA Starê ye. Fermandar û şervanên YJA Starê hemû şervanên di bin fermandariya wê de ne.”

YJA-STAR’ê got bila dilê gelê me yê welatparêz û malbatên şehîdan rehet be ku em ê bi bîranîna wan re dilsoz bin û teqez hesab ji dijmin bipirsin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv