Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya serkeftî ya gerîla li Geverê

 

FERMANDARIYA BÎRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL FERMANDARIYA EYALETA AVAŞÎNÊ JI BER ÇALAKIYA LI GEVERÊ PÎROZ KIR

Roja 23’ê Nîsanê gerîlayan li Geverê li dijî artêsa Tirk çalakî kir.

Di vê çalakiyê de 3 esker hatin kuştin.

Di heman demê de gerîla ketin çeperên artêşa Tirk a dagirker û çekê wan rakirin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji ber vê çalakiyê, gerîlayên li herêma Avaşînê pîroz kir.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de wiha hat gotin.

Roja 23’ê Nîsanê hêzên gerîla di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya şehîd Bager û şehîd Ronya de li artêşa Tirk dan.

Çalakiya serkeftî li dijî leşkerên li girê şehîd Derman a navçeya Colemêrgê Geverê bi cih bûbûn pêkhat.

Tevî teknîka pêşketî ya dewleta Tirk hêzên gerîla ketin kozikên eskeran û li ser kuştiyên wan cebilxane rakirin.

Ev çalakiyeke pir serkeftî û li gorî rihê demê ye.

Fermandariyê diyar kir ku ev çalakiya bi sebir, profesyonelî û bêwindahî hatiye kirin, dewleta Tirk hejandiye.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel gerîlayên ev çalakî kirin û fermandariya herêma Avaşînê pîroz kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv