Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Çalakiyên 25 Mijdarê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê

 

Sibe 25’ê mijdarê ye.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Endamên TJA lez dane xebatên xwe.

Parlementerên jin ên HDP’ê jî li kêleka aktivîstên TJA’ ne.

Aktivîstên Jin û parlementer Ebru Gunay jin vexwendin çalakiya sibe.

Li Amedê jî daxuyaniyek hat dayîn.

Li Stenbolê jî ji jinên berxwedêr ên girtî re qert hatin şandin û ji niha ve roja wan hat pîroz kirin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINÊ
LI WANÊ XEBATÊN ÇALAKIYA SIBE HATIN MEŞANDIN

Di çarçoveya Çalakiyên 25ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiyê sibe jin wê li qadan bin.

Li Wanê Aktivîstên TJA û berdevka HDPê Ebru Gunay xebatên ji bo çalakiya sibe dan meşandin.

Jin, destpêkê li taxa Şehîd Firat a Navçeya Artemetanên û bazarê geriyan, jin vexwendin çalakiya sibe.

Paşê aktivîstên jin ji bo balê bikşînin ser kuştina jinan li li parka Kocaelî kom bûn.

Jinên ku balonên Xemrî hilgirtibûn balkişandin ser tundiya li ser jinê.

Lê polîsên dewleta tirk mudaxeleyî çalakiya jinan kirin.

Jinan diyar kir, ku hûn ji 2 balonên di destê jinan de ditirsin û nerazîbûn nîşandan.

KOMÎSYONA JIN A ŞAXA ÎHD’A AMEDÊ
DI NAVA SALEKÊ DE 152 JIN LI BAKURÊ KURDISTANÊ HATIN KUŞTIN

Komisyona jin a şaxa ÎHDa Amedê îro bi bi wesîleya 25ê Mijdarê daxuyaniyek da.

Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Ezgi Sila Demir daxuyanî xwend.

Ezgî Demîr daneyên Kuştinên Jinan ên di navbera 25ê mijdara 2019 û 2020an de ragihand û got,

Li herêmê herî kêm 42 jin hatin qetilkirin, 35 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û 33ê jinan jî întîhar kirine.

Li Stenbolê jî jinan ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şandin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv