Li rojavayê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk li ser çiyayên Kurdistanê “Dayîkên Gerîla” pêngaveke nû dan destpêkirin.
Dayik wê her heftê bi çalakiyên cuda pêk bînin.
Li Qamişlo û Dêrikê dagyîkên gerîla starta vê çalakiyên xwe dan.
Li Rojavayê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk li ser çiyayên Kurdistanê Dayîkên Gerîla pêngaveke nû dan destpêkirin.
Dayîk wê her hefte bi navê “Dayîkên Gerîla” çalakiyên cûda pêk bînin.
Çalakiya dayikan îro li bajarê Qamişlo û Dêrîkê hat lidarxistin
Çalakiya li Qamişlo li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî pêk hat.
Li ser navê dayîkan endama Kongra Star Nisrîn Heder daxuyanî xwend.
Piştî daxuyaniyê 3’ê dayîkan daxwazên xwe bi nemeyekî radestî rayedarên ofîsa Neteweyên Yekbûyî kirin.
Yek ji dayîkên gerîlayên ku beşdarî çalakiyê bû ji kamerayên me re axivî got, ew ji bo doza zarokên xwe li ser piyane. heta em saxbin emê li pey doza zarokên xwe bin.
Li Derikê jî dayîkên Gerîla daxuyaniyek dan.
Li ser navê dayîkên gerîla ku li qada Şehîdan kom bûn Endama Kongra Star Daristan Dûmo daxuyanî xwend.